Cenazeyê kolberekê Rojhilatê Kurdistanê piştî 105 rojan li gundekî girêdayî bajarê Ûrmiyê hat dîtin.  Li gorî nûçeya Komeleya Mafê Mirovan ya Kurdistanê, cenazeyê kolberekî Kurd yê bi navê Rizgar Sakanî ku di Çile ya 2017’an de agahî jê qut bûbû, pêr li navçeya Silqane ya girêdayî bajarê Ûrmiyê hat dîtin. Ew kolberê ku piştî 105 rojan cenazeyê wî hat dîtin, xelkê gundê Pîsan Terkoy yê ser bi bajarê Ûrmiye ya Rojhilatê Kurdistanê ye. Ji Çile ya 2017’an ve agahî ji Sakanî ne dihat girtin.

Mirina kolberên Rojhilatê Kurdistanê ya li ser sinorê her sê parçeyên Kurdistanê berdewame.  Kolber ji ber siyaseta cudakar ya Îranee bi neçar in ku vî karî bikin. Di oxira debara jiyana xwe de berê xwe didin rêyên neveger yên mirinê. Hem ji ber şertên zehmet yên hewayê jiyana xwe ji dest didin hem jî ji aliyê rejîma ku wana neçar dike ku berê xwe bidin wê riyê têm gulebarankirin û kuştin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN