Li goristanê merasîmên rêzgirtinê hatina li darxistin. Di merasîman de li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Ehmed Şêxo û Cîgirê Serokê Meclîsa Rêveber ya Kantona Kobanê Xalid Berkel axivîn û dane diyarkirin ku şehîd nîşana berdewamiya berxwedanê û îsrara di riya azadiyê de ne û bi saya berxwedan û têkoşîna van nemiran gelê Kurd li Rojava bi giştî û bi taybet li Kobanê heya niha karibû li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê bisekinin û nehêlin ku tu hêz axa wan ji nû ve dagir bikin û qirêj bikin. Di merasîmên oxirkirinê de dotmama Ş. Mesîro, Gulbuhar tevlî nava refên YPJ’ê bû û got ku ew nahêle çeka pismamê wê li erdê bimîne û soza şopandina riya şehîdan da.Piştî merasîm bi dawî bûn welatiyan cenzeyê Ş. Masîro di nava tilîlî û durişmên Şehîd namirin de spartin axê.
KOBANÊ