Cenazeyê şervanê YPG’ê Serhat Çelîk ku li Kobanê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da bi pêşengiya MEYADER’ê  li Amedê bi merasîmekê hat definkirin. Cenazeyê Çelîk îro anîn mizgefta Yenîkoy û piştî wecîbeyên olî ber bi goristanê ve derxistin rê.
Gelek kes tevlî merasîmê bûn û posterên Çelîk vekirin. Ala kesk, sor û zer li tabutê hat gerandin û bê navber dirûşmên ‘Hevalê Serhat nemire, Kurdistan wê ji DAIŞ’ê re bibe gor, kujer DAIŞ, Hevkar AKP", "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.
Piştî meşê deqeyek rêz hat girtin û Hevseroka MEYA-DER’ê Leyla Ayaz axivî û da zanîn ku ev 110 roj e li Kobanê berxwedana dîrokê tê dayîn û got ku şervanê YPG’ê Çelîk ne şehîdê yekem û ne jî yê dawî ye. Ayaz diyar kir têkoşîn didome û wiha got: “Em li vir soz didin hevalê xwe. Heta Kobanê û Kurdistan azad nebe em ê di vê rêyê de bimeşin.”

Emê bibin şopdarên wan

Hevserokê DBP’ê yê Amedê Alî Şîmşek jî got: “Sekn û berxwedanan dîrok bi wate kir. Ji Şengalê heta Kerkûkê û ji wir heta Kobanê li gelek cihên Kurdistanê li dijî zilmê berxwedan tê dayîn. Hevalên me li qadên şer têdikoşin û jiyana xwe ji dest didin. Bêguman hemû şehîdên Kurdistanê ne. Yên dîrokê dinivîsin ew in. Ji bo vê em her tim şopdarên wan e.”

Piştî axaftinan merasîm bi dawî bû û gel derbasî mala şînê ya Hewêdaniyan bûn. 

AMED