Cenazeyê şervanê YPG’ê Rênas Heyder ku di 9’ê Nîsana 2016’an de li taxa Şêx Meqsûd a Helebê û cenazeyê şervanên Ceyş El Siwar (Artêşa Şoreşgeran) Nîdal Cemîl (Nîdal) ku di 11’ê Nîsanê de li taxa Seken Şebabî ya Helebê jiyana xwe ji dest dabûn li gûndê Metîna yê gîrêdayî navçeya Şera hatin definkirin.

Girseya gel cenazeyên cangoriyan ji nexweşxaneya Avrîn wergirtin û bi karwanekî tirimpêlan birin Goristan Şehîd Refîk a li gundê Metîna. 

Di merasîmê de li ser navê YPG’ê Şervîn Şiyar, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Mehmûd Yaqûb, li ser navê Meclîsa Şehba Dilar Zagros axivîn. Di axaftinan de berxwedana Şêx Meqsûd hate silavkirin û soza şopandina pakrewanan hat dayîn.

Malbata Rênas Heyder û Nîdal Cemîl  di merasîmê de axivîn û soza şopandina rêya zarokên xwe dan.

Piştre nasnameyên pakrewanan hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin, cenazeyên herdu pakrewanan li gel tîlîlî û dirûşmeyên “şehîd namirin” hatin definkirin.


Têkoşerên berxwedana Evdiko oxir kirin

Li Kobanê jî cenazeyên 4 têkoşerên YPG/YPJ’ê li Goristana Şehîd Dicle hatin oxirkirin.

Bi hezaran şêniyên herêma Kobanê cenazeyên têkoşer Zîwa Bîra (Agirî Newroz), Bangîn Elî (Dilovan Tolhildan) û 2 têkoşerên din ku navên wan nehatin zanîn ku di berxwedana gundê Evdiko yê li rojhilata Kobanê 8’ê Tîrmeha 2014’an de jiyana xwe ji dest dabûn û cenazeyên wan beriya çend rojan hatibûn dîtin, oxir kirin.

Şervanên YPG’ê darbestên têkoşeran rakirin ser milan, bi girseya gel ve birin goristanê. 

 Li goristanê şervanan merasîma leşkerî li dar xist. Piştî merasîmê Endamê Fermandariya YPG’ê Cemşîd Esker axivî û sersaxî ji malbatên têkoşeran re xwest.

Esker di dewama axaftina xwe de got, pakrewanên YPG’ê di parastina xaka xwe de canê xwe feda kirine û wiha pê de çû: “Bi sedan ciwanên Kurdistanî yên giranbuha ji bo parastina nirxên şoreşê û gelê herêmê jiyana xwe ji dest da.”

Paşê endamê Saziya Malbatên Şehîdan, Rojenk Hac Kerio, nasnameyên têkoşeran xwendin û radestî malbatan kir.

Di dawiya merasîmê de cenazeyên her 4 têkoşeran hatin oxirkirin.


ANHA/EFRÎN/KOBANÊ