Doh malbatê cenazeyê Ozturk ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê wergirtin û anîn Bazidê. Bi hezaran kesan cenazeyê Ozturk, li duriyana Agirî Ebexê pêşwazî kir. Girsê piştî cenazeyê Ozturk li dervê navçeyê pêşwazî kir, bi girseyî anîn ber avahiya BDP’ê. Bi hezaran kesên ku li vir kom bûn darbesta Ozturk li ser milê xwe kirin û heta mizgefta taxa Abdîgorê meşiyan. Girsê piştî vecîbeyên olî cenaze dîsa bi meş birin goristana Abdîgorê. Piştî ku cenaze gihişt ser goristanê hemû esnafan dikanên xwe girtin û hêjmara girsê derket 10 hezaran. Di merasimê de parlementerên BDP’ê Pervîn Buldan, Halîl Aksoy, endam û rêveberên BDP’ê jî amade bûn. Piştî demekê pevçûn bi dawî û û girse dîsa çû mala Şînê.
Cenazeyê Gerîlayê HPG’ê Nîhat Çoban (Serxwebun Bilican) jî li navçeya Kopê ya Mûşê bi girseyî hate definkirin. Li ser goristanê li gel endam, rêveberê û şaredarên BDP’î nêzî 5 hezar kes amade bûn.


DÎHA/AGIRÎ