Malbatên nikarin cenazeyên zarokên xwe ji dewleta Tirk bistînin, serî li Şaxa ÎHD’ê ya Amedê dan. Malbatan bang li hikûmetê û rayedaran kir û got, “Em dixwazin rojekê berî rojekê cenazeyên zarokên xwe wergirin.”

Malbatan ji bo piştevaniya hiqûqî serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê dan. Malbatan piştî miracaeta li ÎHD’ê civîna çapemeniyê li dar xist. Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Salîha Aydenîz, Remziye Tosun û Dersim Dag, hevserok û rêveberên HDP û DBP’ê û nûnerên ÎHD’ê jî beşdar bûn.

Dayîna cenazeyan jî dibe êşkence

Diyadîn Saltan li ser navê malbatan metna daxuyaniyê xwend û got, “Testa DNA’yê bi mehan didome. Ev yek jî vediguhere êşkenceyê. Mafê her malbatê ye ku cenazeya wê radestî wê bikin û da ku cenaze bên definkirin. Tevî ku ev maf heye jî lê cenazeyan nadin malbatan û destûrê nadin wecîbeyên olî jî bi cih bînin. Li gel vê yekê jî gorên zarokên me rûdixînin.”

Em ê xwedî li wan derkevin 

Saltan diyar kir ku armanca bingehîn a hemû pêkanînan, polîtîkaya dixwazin malbat cenazeyên xwe wernegirin û got, “Em jî dibêjin, heke armanc ev be, xwedî derketina li cenazeyan jî mafê me yê herî bingehîn û mirovî ye. Di hemû peymanên navneteweyî de jî ev mafê bingehîn e. Em jî wek malbatan heta dawî xwedî li cenazeyên zarokên xwe derkevin. Em li vir bang li hikûmet û rayedaran dikin, dev ji vê feraseta xwe ya li dijî hiqûqê berdin. Em dixwazin demildest cenazeyên zarokên me radestî me bên kirin. Em ji hemû saziyên mafê mirovan dixwazin hestiyar bin.”

 

MA/AMED