Doh serê sibehê, cenazeyê her sê şervanên YPG’ê yên Emerîkî, Jordan Andrew (Ciwan Firat), Will Savage (Amed Kobanê) û Levi Jonathn Shirley (Agir Şervan), ku li Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane, ber bi cihê lê jidayîkbûyî ve hatin birêkirin.
Jordan Andrew, Will Savage û Levi Jonathn Shirley li Rojavayê Kurdistanê di nava refên YPG’ê de cihê xwe girtin û tevlî gelek şerên dijî çeteyên DAIŞ’ê bûn. Herî dawî di dema şerê rizgarkirina bajarê Minbicê de di şerê li dijî çeteyan de jiyana xwe ji dest dan.
Cenazeyê her sê şervanên YPG’ê yên ji Emerîka di 29’ê Tebaxê de di Deriyê Sînor ê Sêmalkan re ji Rojava derbasî Başûrê Kurdistanê hat kirin û cenaze anîbûn bajarê Silêmaniyê. Îro cenazeyê her sê şervanan li balafirgeha Silêmaniyê ber bi cihê lê jidayîkbûyî ve hatin oxirkirin.
Nasnameya her sê şervanan wiha ye:
Navê Tevgerê: Agir Şervan
Nav û Paşnav: Levi Jonathn Shirley
Dayik û Bav: Susan- Russ
Cihê jidayikbûnê: Nevada
Dîrok û cihê şahadetê: Minbic, 14’ê Tîrmeha 2016
Navê Tevgerê: Ciwan Firat
Nav û Paşnav: Jordan Andrew
Dayik û Bav: Malissa-Robert
Cihê jidayikbûnê: Colorado
Dîrok û cihê şahadetê: Minbic, 3’ê Tebaxa 2016
Navê Tevgerê: Amed Kobanê
Nav û Paşnav: Will Savage
Dayik û Bav: Nancy- Reginald
Cihê jidayikbûnê: Marys
Dîrok û cihê şahadetê: Minbic, 10’ê Tebaxa 2016
SILÊMANÎ