Dirêî, kesekî zîrek û xwedan nihêrîn bû, ji ber wê, wî bandoreke mezin li nifşê xortên li pey xwe hişt û rêya hunerî hesan û şîrîn kir.

Luqman EHMED

Helbestkarê Fransî, Charles Bodler, wisa huner dide nasîn ku ew ”sihirbaziyek bê nîşandek e, di nava xwe de, bi yek car form û mijar, cihana hunermend ya derve û hunermend bi xwe, tevahiya şênberî û razberiyê bi hev re dicivîne”.

Heger em lêvegerînekê di nav rûpelên dîrokê de bikin, em ê bibînin ku huner kevintrîn şêwe ye ku mirovan xwe pê daye nasîn û xwe pê îfade kiriye. Li ser van gotinan mirov digihîje wê encamê ku ev sawêr û ramanên mirovantiyê di nav lepê huner de bi hemû şaxên xwe, bersiva hebûna têgihiştina mirov tîne ziman, ji nav tariya şikeftan ta galeriyên modern. Huner belgenameyeke seretayî ye di dîroka cihanê de.

Hunerê nûjen û hişmendiya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê

Dîroka hunerê nû û ramanên nûjenî li Rojavayê Kurdistanê nû ne, ew bi giştî girêdayî şert û mercên bûyerên Rojhilata Navîn bû ji her alî ve, û bi taybetî jî bi rewşa welatê Sûriyê ya siyasî ve, ji ber wê jî civata Kurdî li Sûriyê bi derengî guh da bi ziman û çanda xwe, û çave xwe li beşên din ên hunerî vekir.

Bi alozî çanda nûjen û hunerê şêwekariyê dest pê kir, li ser destê xortên ronakbîr û zîrek yên ku noteyên seretayî ji raperîna çanda Kurdî re nivîsandin û bi pêla lehiya guhertina wê serdemê re diçûn.

Ew çend kesên zîrek û têgihiştî, ku di bin bandora ramanên pêşveçûyî û bayê guhertinê de, huner û çand di dest wan de wek alavên şoreşgerî bûn, Mîr Celadet Bedirxan û raperîna ziman û rojnamegeriyê, û Xoybûn û ramanên welatperwerîiyê ji alîkî ve û ji aliyê din ve rewşa Sûrî bi giştî û berxwedana guhertinê di hemû beşên wê yê siyasî, civakî û çandî de.

   

Nifşê yekem (1950 – 1965)

Di bin bandora rewşa Sûriya nû de, piştî serxwebûna wê ji Fransa, pêleke nû ji gêncên Sûrî dest bi xebatên hunerî û zanistî kir, li aliyekî ramanên komunîstî û li aliyê din çanda xiristiyanî ya kevin li Sûriyê. Gêncên Kurdan ji ketin bin vê bandorê, li Cizîrê, Ebdulrehman Dirêî û Xelef Ibrahîm Elhuseynî çalakiyên hunerî gûrr kirin û li nav şagirtan û xortên nûhatî ramanên xwe belav dikirin û li dibisitanan û navendên çandî pêşangeh û çalakî li dar xistin. Bi ser wilo de, Dirêî, kesekî zîrek û xwedan nihêrîn bû, ji ber wê, wî bandoreke mezin li nifşê xortên li pey xwe hişt û rêya hunerî hesan û şîrîn kir, karê Xelef û Dirêî weke teknîk û şêweyê zanistî, ne pirr serketî bû, û mijarên realistîk bi şêweyekî sivik bi kar anîn. Li aliyekî din li Efrînê, Ezîz Kedro û Henîfa Suleyman dest bi hunerê şêwekariyê kiribûn û bi berhemên xwe beşdarî çalakiyên Ereban dibûn.

Nifşê duyem (1965 -1980)

Hunermendên nifşê duyem, bi nihêrîneke xwegirtî û bawerîn, eşkere hunerê şêwekariyê bi cih anîn, û di nav civata xwe de hatin naskirin, weke hunermend Omer Hesîb, Omer Hemdî (Malva), Beşar Îsa, Brahîm Heyderî, Lutfî Cefer, Behrem Haco û yên din; û yên li ser destê wan şêweya hunerê Kurdî xwe da nasîn û li nav holên hunerî cih girtin û bi giranî hate nirxandin, bi her tişta xwe taybet bû, ji aliyê mijarê xwe ve, teknîka xwe, û şêweyên bikaranîna kevalê ve, motîvên Kurdî bi her aliyê xwe ve di berhemên wan de xuya bûn, bi pirranî li ba Omer Hesîb û Beşar Îsa, û ev serboriya wan bû kevirê herî xurt di bingeha hunerê Kurdî de li Sûriyê.

   

Nifşê sêyemîn (1980–1995) yan jî destpêka qonaxa hunerê akademîk

Hunermendên vî nifşî, berê xwe dan Zankoya Hunerê Bedew li Şama paytext, û dest pê kirin ku bi nihêrîneke zanistî li hunerî binihêrîn, û peywendiyên hunerî û çandî bi rewşenbîrên Ereb re saz kirin; Zuhêr Hesîb, Mihemed E. Ebdo, Sîdo Reşo, Henîf Hemo, Mihemed Salih Musa, Beşar Berazî, Xelîl Ebdulqadir, Inayet Etar, Ihsan Hemo, Ebid Xizêm, Reşîd Hiso, Mîrê Hêka, Rehîmo, Zubêr Yûsif û yên din; bi wan huner êdî bû xwedî nirx û rêz jê re hat girtin.

Berhemên vî beşî di her aliyê xwe de, dewama şêweyê nifşê beriya xwe bûn, lê bi hindek guhertin di warê alavên şêwekariyê ve û bi karanîna sembolên Kurdî de, di reng û mijarên xwe de, û di nav çalakiyên Erebî de cihên girîng girtin û bala rexnevanan kişandin ser xwe, xwedan deng û rengekî cuda bûn û peywendiyên bi ber bi grûpên hunerî re damezrandin.

Destan û çîrokên Kurdî bûn stûna kevalên wan, û motîvên Kurdî hatin eşkerekirin li ser cawê sipî, û xemla jina Kurd bi hemû rengên xwe bû xala cudabûna şêweyên wan ji şêweyên din. Êdî hunermendê Kurd, bi zanebûnê berhemên xwe afirand û şêweyên cuda ji beşên hunerî bi kar anîn ji şêweya realîstê ta ya abstraktê, û lêgerîna taybetiya xwe ji hemû aliyan ve birin serî; avahiya berheman (şêwekarî, peykertraşî) ket plana endezyarî û li ser wê form hatin dahûnandin, û reng bi harmonî li hev hatin hûnandin.

   

Nifşê çaremîn û ta roja îro (ji 1995’an ve)

Piştî ku êdî huner bû parçeyek ji çalakiyên Kurdî. Êdî civatê bi çavê cudabûnê li hunermend dinihêrî, û hunermend bû xwedî taybetmendiyekê di rola civatê de. Gelek hunermendên beşê sêyemîn bûn xwedî stîl û piştgiriya keç û xortên ciwan kirin, keç û xortên Kurd bi hêz hunerê xwe didan nasîn. Berhemên xwe bi astên bilind didan pêşandan û huner bû weke karekî rojane û bazirganiya wê hat kirin, ew berhemên şêwekariyê ta bi peykertaşiyê, gavên mezin avêtin di nav hunerê Sûrî û yê Erebî de, û mezintirîn xelat wergirtin, bi stîlên modern û cûreyên berfireh. Hin ji wan hunermendan Yûsif Beker, Xefor Hisên, Adil Dawod, Azad Hemê, Hejar Îsa, Guro, E.Kerîm Mejdel Bêk, Mûnîr Şêxê, Reşad Yûsif, Elî Elo, Ehmed Qilêj, Xecê Bekir, Xunav Salih, Mihmed Kutê, Salih Nemir, Ferzend Derwîş, Farûq Mihemed, Omer Yûsif, Hisko Hisko, Mehmûd Hiso, Luqman Ehmed, Jiyan Ebdulruhman, Ezîza Ehmed, Nîhad Turk, Leyla Turk, Şukran Bîlal, Xidir Ebdulkerîm, Wijdan Dêrikî, Semer Drêî, Idnan Ebdulrehman û yên din in. Bi wan, berhemên hunerî, êdî profesyonel bûn  û ji kirasê klasîk derketin, ji mijara xwe ta bi teknîk û pîvana xwe, hindek ji van hunermendan alavên rojane bi kar anîn û berhemên xwe kirin meydana lêgerîn û lêkolînan, ji qûmê ta bi çewal û paçikan û hin tiştên din jî. Lê dîsanê, di wan firehiyên sipî de, sembolên Kurdî dibûn endamên serekî di afirandina hunerê wan de, ji dîwarê xaniyê heriyê ve û nîşanekên li ser wan, ta bi tiştên xwezaya Kurdistanê ve girêdayî. Vê girêdanê bala rexnevanan kişand ser xwe û bi nirxekî bilind berhemên wan nirxandin. Ev zengîniya di çavê Kurdî de mirovan matmayî dike, û ji hêleke din ve ew berhemên klasîk di bikaranîna alavan de man, lê bi mijara xwe taybet bû û bi avakirina endamên hunerî di nava berhemên xwe de, êdî nihêrîna li kevalê guhertin û hiştin ku endamên berhemên wan bi serbestî di hundirê çerçoveyekê de cî bigire, û reng jî wisa bi xwezayiya xwe dihat bikaranîn. Wan motîvên Kurdî êdî berê xwe da şêwaza abstraktê, bi rengên hindik û xêzên bilez amade dibû, û hinekî din bi şêweyekî îfadeya nû, berhemên xwe saz dikirin, li ser bingeha raman û kelepûra Kurdî, û folklorê.

   

Li şûna encamê

Di van çend têbîniyan de, xuyanî dibe ku Kurdên Sûriyê xwedan ked û berhemên ciwaniyê ne di avakirina çandeke Kurdî li ser prensîpên zanistî û bedewiyê. Zelal dibe bê çawa ku ev sawêr û xeyala Kurdî ma bi rewayî û ji çavkaniyên xwe qut nebû, tevî ku civata Kurdî di bin barê paşveçûnê de melisiye, û pûç bûye, lê wek surrealîst dibêjin, ku sawêr û xeyal lehiya pêşveçûnê ye, civata Sûriyê bi giştî û saziyên fermî bi taybetî tinebûna Kurdan bi her hawî dike, lê hunermend û xwendekarên Kurd roj bi roj cihên taybet û bilind di nav rewşa welatê Sûriyê de digirin. Hunermendên herî navdar û jîr û çalak, ew bi xwe hunermendên Kurd in. Û her ew nasnameya hebûna xwe ne bi ked û berhemên ku miletê Kurd yek ji bingehên serekî ye li Sûriyê weke hevparê çand, ax û bayê wê ne.