Ev nivîsa min ya dawî ya sala 2014’an e. Dema çav li arşîva bûyerên vê salê bi taybet li herêm û Kurdistanê digerînim, gelek tiştên dîrokî ku mirovan kêfxweş bikin, hene. Lê belê gelek bûyer jî hene ku vê salê gelekî ji salên din cuda dike. Ger mirov tenê li çend wêneyên salê binêre, wê pêbihese ka bê saleke çawa bihuriye û di vegotin yan jî bilêvkirina gelek dîmenan de qet hest û gotin jî têrê nakin. Gelek dîmen bêdeng man û di bêdengiya xwe de gelek tişt vegotin ku mirovî tucaran nekarî bibe zimanê binavkirina wan. Mînaka wê jî dîmenê mirina zarokên Şengalê bû ku ji tîhna û birçîna bi ser hevde ketibûn û taqeta ku bi tenê gavekê jî bavêjin di çongê wan de nemabû. Bi tenê karîbûn xwe bigihînin kevirekî çiyayê Şengalê belkî ji wan re bibe stargehek û wusa bi rûmet û bêyî ku bikevin destê çeteyên har û qirêj, çav li vê jiyana bêrehim digirtin.
Wêneyên gelek jinên ku di şeva bêstêrik de pêxas beziyabûn û paşê weke reflekseke parastinê, hebûn yên ku xwe ji zinaran ve avêtibûn, hebûn yên ku piştî talana ruh û canê xwe, êdî mohra bêdengiyê li ser lêv û çavên xwe dan û qet careke din neaxivîn.
Sala ku tê de wêneyê jineke Êzidî bicih ma ku ji destê çeteyên DAIŞ’ê xwe rizgar kiribû. Şaş û matmayî di nav çavê rojnamevana biyanî temaşe dikir. Qet gotinên dilê wê dil nedidan werin û hestên wê binav bikin. weke ku ji wê rojnamevanê re bibêje, ‘tiştên hatine serê min, sebebên wê hûn in. Ger ez ji we re behsa wan kêliyên bi serê min de hatî bikim, hûnê çi bikin, bi tenê weke reklama xwe hûnê bikar bînin û hew. Hûn celadê min in, jixwe we ez bi carekê kuştim.’
Wêneyê jina ku ji Şengalê hemû kesên xwe bicih hiştibûn û heta Qeladizê hatibû, rondik di çavê wê de asê mabû û hişk bûbû. Nedihat xwarê û ne jî li pişt mijangên wê mabû, çiqasî dişibiya kula ku li ser dilê wê maye. Ne dikarî daqurtîne ne jî dikarî bigre û dûr bavêje.
Wêneyê gelek jinên ku li başûr û rojhilatê Kurdistanê yan bi kêrê hatibûn qet qetkirin, dardakirin û yan jî kezab bi ser rûyê wan de hatibû peşqandin û ji bo wan di wê kêliyê de jiyan gelekî bêwate bûbû.
Wêneyê zarokên ku di nav şer û topbaranan de li Kobanê mabûn û li pêş kamera ji cihanê hemûyî re dikeniyan û dersa wêrekiyê didane wan. Wêneyê kalê ji Kobanê ku qet li ser banê mala xwe neliviyabû, bi caran birîndar bûbû û qet berê çeka xwe ji dijmin nedabû aliyekî, hemû ciwantiya temenê mirov dida şermê vî wêneyî.
Wêneyê dayîkên ku bi rojan, di nav wê serma û baranê de li Pirsûsê, bi caran axa li pêşiya xwe radimûsandin û bi herdu destên xwe berê xwe didane berxwedana Kobanê û silav didane wan, weke ku roja pîroz biperestin.
Wêneyê şervanên YPG’ê yên ji hemû netewan û herî dawî Emîr Qubadiyê Fars, dida nîşan ku xeyalên gelan li Kurdistanê pêk tên.
Û duh dema di rêza kirîna nanê firinê de bûm, çavê bi tirs ê keça Şebek ku dema kesekî jê pirsî tu Kurd î, newêrî bibêje ez Şebek im û li nav çavên me temaşe kir, ew jî wêneya tirsa binavkirina nasnameya heqîqî bû ku di fikra min de neqişiye… li vî welatî gelek çav wek çavê wê keça 6 salî ne, bêdeng û bitirs…
Û li gel van hemûyan wêneyê heybeta Arîn li Kobanê û çavê şîn yê Avestayê li Kerkûk û rûyê esmer ê Denîzê li Mexmûrê, ji gelek birînên mirov re dibine derman awirên van jinên qehreman û bi sedanê weke wan… wan pişta tirs û bênasnametiyê ji mêj ve li erdê da, ji bo wê jî ew qehremanê hemû wêneyên me yên salê ne.