Li paytexta Yewnanîstan Atînayê, Nûnertiya PYD'ê ya Yewnanîstanê û Navenda Çanda Kurdistanê li Civata Rojnamevanan panelek bi mijara "Siberoja Rojhilata Navîn û rola Kurdan" lidar xistin. Hevserokê PYD'ê Salih Muslim bi rêya Skype beşdarî panelê bû. Rojnamevan Stavros Lîgeros rojnamevan Petros Papakonstantînîo, Prof. Agelos Sîriyos, Prof. Sotîrîs Roûso û Nûnerê PYD'ê yê Yewnanîstanê Îbrahîm Muslim jî weke qiseker li panelê amade bûn. Nûnerê YNK'ê yê Yewnanîstanê Rewa Babanî, nûnerên hin komên mûxalefeta Sûriyeyê û nûnerên partiyên Yewnanîstanê beşdarî panelê bûn. Hevserokê PYD'ê Salih Muslim di axaftina xwe de got, "Li Cenevreyê hevdîtinên li ser Sûriyeyê dîsa dest pê dikin. Lê belê hê jî em venexwendine. Bêguman wê çareserî dernekeve û mîna civînên din ên Cenevreyê ev civîn jî wê pûç be." Salih Muslim da xuyakirin, yekane sedema venexwendina Kurdan li Cenevreyê, dewleta Tirk e. 


 ATÎNA