Meşa Dirêj a bi navê ‘Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re staru’ beriya du rojan li pêravê Cenevreya Îsveçrê bi beşdariya bi sedan Kurd, tirk, rowşenbîr, hunermend, akademîsyen, saziyên sivîl û bi beşdariya sedan Kurdistaniyan destpêkibû. Meşa beriya du rojan saet di 7.30’î de li Qada Neuplaztê destpêkir li navenda bajêr berbi Nyonê ve ketin ser rê. Meşa di binê 3 derceyî de berdewam dikir de, derbarê meşê de, 2 hezar belavok hatin belavkirin. Kurdistaniyên ku beşdarî meşê bûn, dem dem bi Fransî dûrişmên ‘Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re statû’ berzkiri. Etaba meşê ya 24 Km yî pêr xwe da bajaroka Nyon a Lozanê û etaba xwe ya yekemîn pêk anî. Çalakvanên ku li vê derê bêhna xwe dan, duh saet di 7.30’î de etaba 2’emîn ya 20 Km yî ya berbi Morgesê ve ku pêk bînin, ketin ser rê.


ALÎ ONGAN /CENEWRE