TÊKOŞÎN AXÎN/JÎNDAR ŞÎLAN / HEFTANÎN

Gerîlayên YJA Starê bi awazên xwe li qada Heftanînê şerê azadiyê geş dikin û dibêjin; ‘Heftanîn warê berxwedanê ye. Em ê ne bi tenê bi çalakiyên xwe, em ê bi çand û hunera gerîla jî têkoşîna xwe geş bikin.’

Gerîlayên HPG û YJA Starê di nava têkoşîna azadiyê de bi berxwedaneke destanî dîrokê dinivîsînin. Gerîlayên ku li qada Heftanînê Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê têdikoşin, bênavber li dagirkerên artêşa Tirk didin. Carinan bi helbestan carinan jî bi awazên xwe yên ji dil vê berxwedana Cenga Heftanînê geş dikin.

Awazê jinan di cengê de

Gerîlayên YJA Starê Azê, Zîlan û Eylem bi destpêkirina berxwedana Heftanînê ketine nava liv û tevgerê da ku bi awazên xwe şerê azadiyê di nava rûpelên dîrokê de bi cîh bikin… Gerîllayan li ser cenga Heftanînê klamek çêkirine û dibêjin, “Klama Cenga Heftanînê li gelî, navser û çiyayên Heftanînê bilind dibe. Di her hevoka stranê de şoreşgerên mezin yên ku di nava berxwedana Cenga Heftanînê de şehîd bûne, careke din zindî dibin.” Hêzên YJA Starê bi deng û rengê xwe beşdarî şerê hebûnê dibin û dibêjin; “Heta serkeftinê em ê ti carî nesekinin û li ku derê dagirkerî hebe em ê berxwedaneke piralî bimeşînin”