Tecrîda li ser Birêz Ocalan berdewam dike. Wilo xuya dike ku general Erdogan car din derew kir. Divê ev derewa wî jî li rûwê wî yê reş vegere.
***
Şerê li Rojavayê Kurdistanê, bajarên Serêkaniyê û Efrînê wê encama şerê navbera gelê Kurd û faşîzma Tirkiya kifş bike. Faşîzma kesk, dibin pêşengiya general Erdogan de tê meşandin. General Erdogan vê carê, çeteyên paramilîter li dijî Kurdan bikar tine.
Çeteyên paramilîter, bi desteka general Erdogan, li Serêkaniyê teror meşandin, lê ratsî cengaweriya dîrokî ya ciwanên Kurd hatin. Êrîşa çeteyên paramilîter, yekemîn car di 19 û 20 Mijdarê de dest pê kir û di her êrîşê de talangerî û kuştina dagirkerî kirin.
Lê hêzên YPGe, êrîşa çeteyên paramilîter, bi cengaweriyek destanî berteref kirin.
Êrîşa çeteyên paramilîter, di 22ê Mijdarê de jî, bi tank û wesaîtên zirxî çêbû. Tank û wesaîtên zirxî ji Tirkiyê çûne Binxetê. Di wê demê de, Fermandarê Biryargeha Navendî,yê YPGê Sîpan Hemo û TEV-DEMê bi daxuyaniyên cûda diyar kirin ku, hewldanên Tirkiyê yên dagirkeriyê hene. KCKê jî destnîşan kir ku xewn û xeyalên dewleta Erdogan ya Osmaniyan hene. Yanî faşîzma Îttîhadiyan di pratîkê de ye.
Faşîzma Îttîhadiyan, weke her faşîzmê, li ser bingeha qirkirina gelan û wêrankirinê hatiye avakirin û di destpêka sedsala bîstan de, gelê rum, ermenî û suryanî-keldanî bûne qurbanê vê faşîzmê.
Di wê demê de faşîzma Îttîhadiyan bi du rengan hatibû exmilandin; Spî û Kesk… Di salên 1920, 21 û 23an de, rengên faşîzma Îttîhadiyan li dijî hev jî şer kirin û faşîzma spî bi serket. Di nava 80, 90 salî de, faşîzma kesk, weke “îrtîca paşverû” hate bi navkirin û wek dijminê Tirkiyê yê hundir hate lanse kirin. Bi darbeya faşîst ya 12ê Êlûnê, faîzma spî, hêdî hêdî cih da faşîzma kesk.
Serdarê faşîstên 12ê Êlûnê Kenan Ewren, behsa îmanê kir, di nava metodên organîk de, ji mîstîsîzma helbest û giyanê QUR’ANê ayat xwendin. Îro generalê sifîl Erdogan, bi edayek osmanî ferman li pey fermanê dide. Îcar xwendekarên me, Erdogan generalekî modern dibînin, wezîr-î azamê osmanî dibînin, yan padîşah dibînin ew dizanin.
Lê Erodgan ji aliyekî ve general e, ji aliyê din ve wezîr-î azam e û niha jî dixwaze bibe padîşah!.. Roleke pirr metirsînî dilîze. Li gorî diyalektîkê, tu desthilatdarî siyê qebûl nakin. Erdogan jî li ser desthilatdariya netew-dewleta ku bi navê “serdestiya huquq”, bi navê “mafê mirovan”, bi nave “modernîtê” bangî xwe dike, siyek qalind e û wek ewrekî tofanî di ezmanê Tirkiyê de kom dibe. Ev tê wateya ku siya Erdogan û ewrê reş, asoyên Tirkiyê kiriye nava metirsîniyek mezin.
Mînaka wê jî hewldanên dagirkirina Rojavayê Kurdistanê ye. Mînaka wê çeteyên paramilîter ku ji aliyê Tirkiyê ve têne destek kirin e. Finanse dike, terbiye dike, har dike û dafî ser gelê Serêkaniyê kir, niha jî berê wan dide Qamişlo û herêma Cizîrê. Faşîzma li Tirkiyê îxracî Suriye û Rojavayê Kurdistanê dike.
Belêêê, terbiye kirin û har kirin du gotin û du kiryarên destûbirak in. Ji bo afirandina mirovên hov têne bikaranîn. Tê zanîn, ne tenê heywan têne terbiye kirin û ne tenê kuçik têne har kirin. Çeteyên paramilîter jî di vê çarçovê de têne terbiye kirin û har kirin.
Li hemberî êrîşên çeteyên paramilîter, ciwanên Kurd li Serêkaniyê destan nivîsin. Bêguman ji bo her êrîşên dagirkerî –sêve sor- jî, cengawerên gelê Kurd her dem amade ne.
Em jibîr nekin: Roj, wê werê ku şerê Serêkaniyê, mina ŞERÊ PON, . (BZ 265) yê Kartaca di dîrokê de bi destanî werin nivîsandin. Yan jî wek şerê Truwa û cengaweriya xwedawendên serdema nû werin nivîsandin. Helbet wê Homerosekî Kurd jî derbikeve û helbestên homerîk binivîse.
Mîna ŞERÊ PON û mina şerê TRUVA jî, şerên cîhanê teva, ji bo hegemonya li ser bingeha berjewendiyan hatin kirin û têne kirin. Yanî dagirkeriya kolonî!... Çi emperetorî bin, çi dewletên super û hêzên super bin…Armanc yek e. Îttîhadiyên kesk jî dibin pêşengiya Erdogan de, li dijî gelê Kurd şerê cîhanî îlan kiriye. Şerê cîhanî li dijî gelê Kurd bi dijwarî berdewam dike. Serêkaniyê eniya duyemîn ya şerê li dijî gelê Kurd e û dibin pêşengiya General Erdogan de bi dijwarî berdewam dike.
Emerîka û Ewropa, dereng be jî dîtin ku Tirkiye demokratîkbûna Suriye û çareseriyê naxwaze. Tirkiye şerê li Suriye ber bi şerê mezhebî ajot; piştre kete nava hewldanan ku birakujiyê bike nava gelê Kurd, piştre xwest ku di navbera gelê Kurd û ereb de şer derbixe. Êdî eşkere bûye ku Tirkiyê çeteyên paramilîter îxracî Suriye û Rojavayê Kurdistanê dike. Ev rastiya Tirkiyê û zihniyeta faşîzma kesk e. Dereng be jî, dibin pêşengiya Emerîka de, li Doha rêxistiniyek nû hate damezrandin. Tirkiyê jî li Doha bû û li dijî rêxistina nû derneket. Lê çeteyên paramilîter dibin destên xwe de girtin û piştî demekê, li gorî projeya dagirkeriya Rojavayê Kurdistanê de kirin nava haraketê.
Şerê Serêkaniyê jî encama vê zihniyeta faşîzan bû. Lê şerê Serêkaniyê faşîzma Ittîhadiyên kesk bi dawî ne anîbe jî, têk bir û desthilatdariya General Erdogan birîndar kir.
Cenga Serêkaniyê