"Dapîra min ji malbata sultan şêxmûs dihatin, wisa jî navê Musa li min kirine. Ji me re dibêjin Mala Kavsenorî." "Ez li Berlînê me, keça min li vir çêbûye, ew ê li ku mezin bibe? Ezê li ku bingor bibim. Êzîdî dibêjin:"Yek gorên du nifşên me jî li ba hev nînin. Ew ji bo piraniya me kurdan derbas dibe. Di malbata me de hemwelatî jî hebûn û wekî din jî hebûn. Ez bi xwe bê qeyd bûm, "ketim" dibêjin. Min li Amûdê heta lîseyê xwend. Dû re li zankoya Helebê ziman û edebiyata fransî xwend, lê nîvco ma. Heta salên 93 yan jî di navbera Heleb û Humus, Heleb û şam, û Beyrûtê de diçûm û dihatim.


Ez helbestvanekî pîç im

Ez helbestvanekî pîç im...bê bav im...dibe ku ez xwediyê pir bavan bim...nêrîna min ya hunerî tevlihev e. Pîçbûn bi xwe jî nasnameyeke hunerî ye. Stîla min xweser e. Eger xwendevan bixwîne, wê bizane ku bêhna min jê tê. Her kes xwe dinivîse, bandora almanî, erebî fransî û tirkî li ser min heye. Helbest bîyografî ye; qonaxeke ji jiyana min e. Ez ji ekol û dibistanan hez nakim. Ez pir wêneyan bi kar tînim, têkiliya wêne û peyvê heye, ez behsa spîbûnê dikim û berf derdikeve holê. Hozan û helbest li ba min ne hatina îlhamê ye, Ez li ser kar dikim, wek tabloyek e... Helbestên min weke rêzewêne ne, bi gotin û bi deng...Cizîrî, Cegerxwîn, Xanî û Nalî...dibe ku bandora wan jî li min hebe û heye jî. Şêrko Bêkes ciyê wî bihûşt e, Evdila Pêşew û wd. Serbest, helbesta wek pêlek bû, ereban jî ji Fransî û Ewropiyan biriye. Min bi erebî dest bi nivîsandina helbestan kir. Dû re hin nivîs ji Azadiya Welat re şandin, wergerên min hatine belavkirin, yên Mehmûd Derwêş  ji almanî yên xanim Stefî wd.çendên din jî hatine weşandin. Axîna Welat de jî min nivîsandin."

Mirov him ez e, him jî em e

Ez wekî kesekî kurd fêrî erebî bûme, malbata me oldar bû; bandora terîqetan li wan hebû, neqşîbendî bûn, wisa jî dibistanên kurdî û sofîzm hebû, terîqet ji sofîzmê tê, li Kurdistanê ev hene, wek olên kevin yên Kurdistanê ne. Sabiî, bahaî û weki din sofîzm e. Terîqet jî berdewamiya wan e, di bin navên din de. Bi ol re têkel in, çandeke girînge jî. Apê min zanko qedandibûn. Di nav pirtûkan de mezin bûm. Bajar jî bajarê çîrok û çanda kurdî bûn. çîrokên cinan, pîrhevokan ew jî bandor dikin. Mesihî hebûn, ereb hebûn, ol hebûn. Yên li derdor bi êzîdiyan re têkiliya me hebû. Mirov him ez e û him jî em e. Di pêşhbirkan de min du car xelata duyê wergirt. Siyaset û medreseyên kurdî ji wir destpê kiriye, bajarekî bi bingeh e.  

Bajarê dînan Amûdê...

"Dînbûn çi ye, eger tu ne wek xelkê bî, ne ji rêzê bî...dînên Qamişlo, Nisêbînê û Mêrdînê jî hene. Ew rastiya xwe dibêjin ne ya civakê. Mirovên dîn tune ne. Yên wisa tên dîtin hene. Niha li Almanya jî tu hind tiştan bikî wê bêjin dîn e. Penaber dibêje: jiyana min wek dema destûra rûnişta min li vir dirêj dibe." Binêre, ev dîn e, li gorî kaxed û bûrakrasiya alman temen tê pîvan. Heta Jîn tunebû jî min dikarîbû çenta xwe bigrim û li devereke din bihêwirim, gerok bûm. Niha jiyaneke din e. Jiyaneke niştecih heye. Amûda me du beş bû, du dînan ew par kiribûn. Li ser li hev xistin, hevdu kêr kirin, ew jî girêdana bi bajar, bi cih û war ve ye.

Pîşeya min hozantî ye

Pîşeya min a sereke hozanvanî ye....helbest e...min bi erebî jî dinivîsand...helbesta min ji xwe wek pexşan e, serbest e, ez formên tavahiya edebiyatê dibînim. Ez girêdayî bi tu ekolan ve nînim. Bandora çanda ereb, fransî û tirkî li min heye û ya Almanya; koçberî, qetlîam û şewata gundan. Behsa 4 hezar gundî dibe...pirî wana hatin Almanyayê. Li Almanya rewşa kampê pir xerab bû. Du sal em di kampê de man. Dû re mafê rûniştinê dan. min xanî li wir girt 12 sal li wir mam, li bajarê Burgê ku alman jî gelek jê heznakin lê ez hez dikim. Ji bûrokrasi bigir heta rojnamevanan min gelek kes nas kirin.Ez bûm endamê komeleya nivîskaran, fêrî ziman bûm. Hevala min, diya keça min, evîndara min li welêt bû. Me soz dabû hev. Min ew anî. Pir zehmetî bû. Kar lazim bû, kar hebûya xwendin ne pêkan bû. Min di froşgehek de kar kir, karkerekî pirzimanî pêwist bû. Kurdi, fransi, tirki, almanî û erebî dizanim. Ew jî bû alîkar.

Hevjîna min wefat kir

Min xanima xwe anî. Gulîstan. Evîndara min bû, ji zaroktiyê de têkiliya me hebû. Bajarê me tev de mirovên hev têne hesabê. Xal û xwarzîtî heye. Wê jî lîse qedand û ji sporê hezdikir, nedikarî berdewam bike, merc bû ku tu endamê BAAS bûya, nexwe çênedibû. Mamostetiya dibistana seretayiyê dikir. Em zewicîn. Mafê wê yê karî tunebû. demeke kin de fêrî almanî bû. Ji xwe 3 sal li vir jiya. Min jî wergerî dikir. Ji bo penaberî û wd. Pençeşêrê lêxist. Qeder e, şans e, çi ye hiç nedihate bîra min ku ew ê wisa zû dev ji me berde. Terapî kirin, kemo û wd. Mixabin avêtibû kezebê, çare tunebû. Jîna min du salî bû. Demeke pir sert bû, bi êş û elem bû. Ez û Jînê bi tenê man. Tenê 5 dq dayîka xwed dît. Wê nedixwest ku keça wê ew wisa bibîne, reş, xerab bû. Morfîn jî çare nedikir. Wisa jî jê re stra û tim jê re keniya. Strana "Halûta"yê jê re digot, yanê şîrînê...Du hefte li cem malbateke alman ma. Kurdan pir şîn dikirin. Atmosfereke dijwar bû. Niha Jîn 11 salî ye û pir serkeftî ye diçe gymnasiyuma fransî, dibisaneke pir kevin e kurdi, almanî, inglizî, fransi, tirkî, dizane. Jîn li kemanê dixe, ji 3 salî vir de diçe muzîkê, dev ji judoyê berda, niha sporteke din dike, ev spor hindek nermtir e.

Helbestvana biçûk Jîn...

Jîn jî helbestan dinivîse. Bandora min  lê heye, lê ez dibêjim di hundirê her mirovekî de helbestvanek heye, lê herkes nanivîse. Gava 4 salî bû cîraneke me hebû, ji Schilisynê, ew jî him wek dê bû û him jî dapîr bû ji bo Jînê. Rojane dihat serdana me. Ji jînê re çirok, helbest dixwendin, wê got, Jîn helbestvan e. Jînê ristek wiha nivîsîbû "Eger tu çîmen bî, ez gula sor a li ser im..." Eger rêwî be dinivîse, di trênê de...di dawiya erebeyê de...li malê kêm dinivîse. Balkêş e. Hindek ez jî wisa me. Helbestvan a herî biçûk a heftêya çalakiya wêjeyê de hate hilbijartin. Bi almanî dinivîse. Me wergerande kurdî. Fransî jî hate wergerandin.
Ez wekî kesekî kurd fêrî erebî bûme, malbata me oldar bû; bandora terîqetan li wan hebû, neqşîbendî bûn, wisa jî dibistanên kurdî û sofîzm hebû, terîqet ji sofîzmê tê, li Kurdistanê ev hene, wek olên kevin yên Kurdistanê ne. Sabiî, bahaî û weki din sofîzm e. Terîqet jî berdewamiya wan e, di bin navên din de. Bi ol re têkel in, çandeke girînge jî. Li mala me oda herî mezin a mêvanan bû. Helbestên mela wek stran dihatin xwendin. Apê min zanko qedandibûn. Di nav pirtûkan de mezin bûm. Bajar jî bajarê çîrok û çanda kurdî bûn. çîrokên cinan, pîrhevokan ew jî bandor dikin.

Deriyê Sêmalka

Başûrê Kurdistanê dewleteke cîran e. Ez bi çavên kurdîtiyê lê nanêrim. Kurdîtî çi ye, netewebûn çi ye? Ya hinka ji malbatê û ya hinka jî bajar e, partî û malbata wan e. Îro lingê te li vir e û siba li deverekî din e, ji xwe tu nizanî ka çawa derbas jî bûyî...sînor li ser xwe digirin, belkî yê hember bend dikî lê tu xwe jî dinixumînî. Niha başûrê Surî jî ambargo dike, ew jî şaşî ye, xwe dorpêç dikin. Nivîskar tên dawetkirin ji bo Hewlêrê li sinor tên girtin, alîkariya mirovî, rojname wisa...bila wek dewleteke cîran lê binêrin...wisa ye jî...ji ber ku rojavayî li wir penaber in, hêj ji penaberan jî nizimtirin. Di malên wan de kar dikin mîna qerwaş in. Vêca çi kurdîtî û çi neteweyî? Keysbazî ye...ez berjewendiyên wan fêm dikim. PYD partiyeke sereke ye, bihêz e, organîze ye. Ne di lîsteyên qedexede ye. Ew partiyên din li ku ne, serokên wan li ku dijîn? Ez tevahiya serokatiyên wan nas dikim.

Ka Kurdistana mezin?

Kerkûk li ku maye? Di destê pêşmerge de bû, kurdan girt û wan berda. Xaneqîn, Mosil û wd. Ma tenê Duhok, Hewlêr û Silêmanî ye...ka Kurdistana mezin. Kurdistana di serê min de ya mezin e. çiqas dibe yan nabe ne girîng e. Azadî girîng e. Îro nebe sibe dibe...kurd û qereçî...du miletên gewre û bê dewlet...li Fransa û Amanya jî bi dehan milet hene û xweser in, mafên chandî cihê ye.Gava tu îlan bikî bike gava tu amade bî bike. Ma kî destê te girtîye?!

Em deyndarê YPG’ê ne
Eger ne YPG û PYD bûna kîjan ji wan bûya minê spasiya wan bikira. Bi qasî serê derziyê jî xebateke kurdîtiyê cihê spasiyê ye. Ez serbixwe dihizirim. Ez piştgiriya kurdên têkoşer dikim. Bila kes xwe nexapîne, ev kes ne ji bo berjewendiyên şexsî canê xwe fida dikin, kurd xwe bi rê ve dibin. Li Başûr malbatek desthilatdar e, dîsa jî em pê re ne. Ma şert e ku em bi hezaran mirovan bajone mirinê. Ev welat deşt e, em nikarin şer bikin. Almanya Berlîn jî wenda kir, di ber balafiran de. Başûr jî; Helebçe 5 deqan de 5 hezar insan hatine kuştin. Ma ev şehîd çi ne? Dewlet teror dikir, qedexe hebû, lê ne bi vî rengî bû. Tu car zarok li cadeyan nehatine serjêkirin. Jinên kurdan li xwe helal nedikirin. Ji kerama xwe re, bi berfirehî mêzînin!...


YEKO ARDIL/BERLIN