Li navçeya Sêrtê Şêrwanê 2 komên cerdevanan bi hev ketin û 5 cerdevan birîndar bûn. Li gundê Nallikaya yê navçeya Şêrwanê, pêr bi şev 2 komên cerdevanan pevçûn û bi hev ketin. Cerdevanan ji ber sedemeke nediyar, bi dar û keviran şer kir û 5 cerdevan birîndar bûn. Cerdevanên birîndar ên bi navê Abdulcelîl, Şakir û Fikrî Bagra bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê. Her du cerdavanên din ên birîndar jî ji ber ewlehiyê rakirin nexweşxaneyeke taybet a bajêr. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê tedbîrên ewlehiyê hatin girtin û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin. Hat zanîn ku cerdevanên şerê hev kirine, xizmên hev in. SÊRT