Teşvîka cerdevaniyê
Hat payîn ku kesên li Şemzînanê diçin ji saziyên dewletê kar dixwazin wan teşvîkî cerdevaniyê dikin. Cerdevanê nexwest navê xwe bide û wiha got: "Polîtîkaya dewletê li hember me ne samîmî ne. Em di edeta di hêzek amade ne. Em her kêlî xwe wek ku dê me bibin eniyê bi me şer bikin dibînin. Baweriya dewletê bi aşîtiyê tune ye ku ji me re çareyê bibînin. Di şûna ku em li cihek din bi xebitin lê her ku diçe hejmara cerdevanan zêde dibe. Ciwanên me wek çawişê pispor û şagirtên îstîkbaratê didin xebitandin. Di vê pêvajoyê de em rola Ocalan û samîmeyeta PKK li ba dewletê nabînin. Em dixwazin wek mafdarî li cem kesên rast bimînin. Lê belê bi salane ji ber ku ez ji dewletê re cerdevaniyê dikim gelê min ji min bawer nake."
102 qereqolên nû hatin avakirin
Li gorî daneyên Wezareta Parastina Netewî, hezar 68 qereqol û 258 qereqolên sînor bi tevahî hezar 326 qereqol tên dîtin. Li gorî daxwaza Wezareta Parastina Netewî û Fermandariya Giştî ya Cendermeyan bi tevahî 341 heb qaleqol tên xwestin û heta niha 102 heb hatine temamkirin û teslîm kirine. Li ser sînorên Herema Federal a Kurdîstanê, Îranê û li Şemzînan, Gever, Colemêrg û Şirnexê qaleqolên tên çêkirin 80 santîm bi polayê zirxî tên pêçandin. Li derdora wan bi qemerayên termal, durebînê moda şevê, sensorên tevgerê û bi mertalên elektronîk xistinê û hatine dorpêçkirin.
'Ev israra di şer de ye'
Serokê BDP'a Şemzînanê Cabbar Taş, li hember vê yekê nerazîbûn nîşan da û anî ziman ku li gel qonaxa duyemîn a pêvajoya aşîtiyê li heremê tu tişt ne hatiye guhertin û wiha got: "Yek ji şertên pêvajoyê rakirina cerdevaniyê û rawîstina çêkirin qereqolan bû. PKK soza ku ji dewletê re da anî cih. Lê hikûmet li şûna gavan biavêje diçe qereqolan çê dike û cerdevanan digire. Dewlet edeta dixwaze Şemzînanê bixe bin kontrola xwe. Nokteyên lêgerînê, heron û liv û tevgera hewayî bûye perçeyek jiyana me. Bi van pêkanînên weke cerdevaniyê û qereqolan hikûmet dixwaze pêvajoyê sabote bike. PKK gavên aşîtiyê diavêje û dewlet jî li hember vê tiştan pêk tîne."
Li ser mijarê de rayederek ku xwe wek endamek ji Komela Cerdevanên Şemzînanê da nîşandan piştrast kir ku li navçeyê û li gundan cerdevên nû hatine girtin.
VAHAP BAY/SAMÎ YILMAZ/DÎHA/COLEMÊRG