Enstîtuuya Lêkolîna Civakî û Siyasî ya Amedê (DİSA), lêkolîna pergala cerdevaniyê ya gundan a 2 salan kirin pirtûk. DÎSA dêkildarî raporê li Salona Navenda Çandê ya Cegerwxinê daxuyaniyê da çapemeniyê. DÎSA xebata xwe ya pirtûkê û danasîna pirtûka "Ji destpêkê heta pêşeroja Tirkiyeyê, pergala cerdevaniya gundan a avakirina paramiliter" li Navenda Çandê ya Cegerxwin bi panelekê da naskirin. Di panelê de danasina pirtûka ku ji 200 rûpelan û 3 ziman pêk tê hat nasandin. Di panelê de Cîgira Hevseroka Giştî ya BDP'ê Prz. Meral Beştaş, Serokê Baroya Amedê yê berê Mehmet Emîn Aktar, Niviskarê Rojnameya Ozgur Gundemê Hîcrî Îzgoren, Hîndekarê Zanîngeha Dicleyê Alk Doç. Dr. Abdulvahap Coşkun panel pêşkêş kirin. Nivîskara pirtûkê Prof. Dr. Şemsa Ozar û Dr. Nesrin Uçarlar danasîna pirtûkê kirin. Nivîskar Prof. Dr. Şemzê Ozer diyar kir ku li gorî lêkolînê heta 1'ê Sibata 2013'an, li 22 bajarên herêmê 46 hezar û 195 cerdevan hene û wiha got: "Li gorî belgeyên fermî nêzî 20-25 hezar çerdevan hene. Piştî pêvajoya çareseriya demokratîk dewletê ji nû ve dest bi stendina kadroya cerdevanan kir."
'Dixwazin cerdevantiyê Kurdan bînin rêzê'
Ozar, destnîşan kir ku di vê pêvajoya çareseriyê de li şûna pergala cerdevaniyê ji holê rakin û bi dawî bikin, dîsa kadroyên cerdevanên nû dixin rojevê û vê pergalê ji nûve zindî dikin. Ozer, anî ziman ku dewlet tenê her çend dewlet wekî "Hêza ewlehiyê" bibîne jî di bingeh û feraseta vê pergalê de amûra asimilasyon, perçekirin, rizandin, perçekirin heye û dixwazin bi vê pergalê gelê Kurd bîne rêzê. Ozer, diyar kir ku di vê paramiliterê de pir armanc hene û wiha got: "Li aliyekî dixwazin hêza xwe ya leşkerî li herêmê xurt bikin, li aliyê din jî dixwazin li ser gelê Kurd hêza xwe avabikin û Kurdan bi hêsanî kontrol bikin." Nivîskar Dr. Nesrîn Uçarlar jî anî ziman ku dema ew niqaşên li meclisê yên di salên 1984-2011'an de lêkolîn dike jî partiyên siyasî yên muxalif ewil li dijî cerdevaniyê derdikevin û piştî dibin îxtîdar ev partî dîsa cerdevaniyê diparêzin. Prof. Ozer çend encamên lêkolînê ku di pirtûkê de cih girtiye parve kir.
DÎHA/AMED