Li Komîsyona Dadê ya Meclîsa Tirkiyê pêşniyazqanûna der bar nobedarên sûk û taxan de hat qebûlkirin. Li gorî vê, nobedar (bekçî-cerdevan) wê weke hêzeke mîllîtarîst karibe çekê bi kar bîne û bi wezîfeyên edlî rabe.

RONÎ ARAM / ANF/STENBOL

Serokkomarê Tirk û Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan di rojên destpêkê yên salê de daxuyaniyek da û got, “Em di rewşeke welê de ne ku êdî sîstem û ewlekariya li bajarên xwe nikarin tenê bi hêzên ewlekariyê pêk bînin. Divê fikrên nû di vî warî de derkevin holê.” Piştî vê gotina Erdogan bi demeke kurt, li gel biryara dadgeriyê jî AKP-MHP’ê pêşniyaz qanûnek amade kir û radestî Komîsyona Edaletê ya Meclîsê kirin. Li gorî Pêşniyaz Qanûna Nobedarên Sûk û Taxan a ji 18 xalan, nobedar (bekçî) yên li sûk û taxê wê karibin nasnameyê ji welatiyan bipirsin, çekê bi kar bînin û bi wezîfeyên edlî rabin. Pêşniyaz qanûna navbirî li Komîsyona Karên Hundir a Meclîsê hate qebûlkirin.

Xelkê bi destê xelkê bişikînin

Di pêşniyaz qanûnê de wezîfeya nobedaran bi gotina ‘alîkariya ji bo hêzên ewlekariyê yên giştî’ hate pênasekirin. Li gorî pêşniyazê, nobedar wê ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve bi îmtîhanê bên wergirtin û li bin banê saziya polîsan û rêxistinên jendermeyan weke hêza çekdar bên xebitandin.

Di pêşniyaz qanûnê de erk ji nobedarên sûk û taxan re tê dayin ku karibin êrişê bibin ser xwepêşandanên protestoyî, li nasnameya mirovan bipirsin, lêgerînê bikin û çekê bi kar bînin. Li gorî vê yekê nobedar “heta ku hêzên ewlekariyê hatin wê li dijî meş û xwepêşandanan karibin tedbîran werbigirin.”

Nobedarên ku wê xwedî erka rawestandina mirovan, kontrolkirina nasnameyê, rawestandina wesayitan û bikaranîna çekê bin, her wiha wê kelepçe, ço, ava şid, gazên çavan dişewitînin, kûçik û hespên polîsan jî ji wan re bên pêşkêşkirin.

Çi ji devê Erdogan derkeve dibe qanûn

Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê û Endama HDP’ê ya Komîsyona Destûra Bingehîn û Mafên Mirovan a Meclîsê Meral Daniş Beştaş li ser pêşnûme qanûnê axivî û û got, “Em niha li nava rejîma şexsekî ne û her gotina ji devê Erdogan derdikeve dibe qanûn. Biryara li ser nobedaran jî encama vê yekê ye. Mîna vê me gelek tişt dît. Ji dema bêhnbedana meclîsê heta dema kombûna komîsyonan, her tişt li gorî gotinên Erdogan tê meşandin.”

Erdogan ji xwe ditirse

Beştaş li ser armanca pêşnûme qanûnê jî got, “Ev pêşniyaz nîşan dide ku desthilatdariya AKP’ê xwe ewle nabîne. Hewl dide sîstemeke ewlekariyê ya nobedaran jî li dewleta polîsan zêde bike, ava bike. Lê belê beriya her tiştî li Tirkiyeyê pirsgirêkeke ewlekariyê nîne. Pêwîstiya gel bi polîtîkayên ewlekariyê nîne. Pirsgirêka esasî pirsgirêka demokrasiyê ye. Desthilatdarî pêwîstiyê bi parastina xwe dibîne. Yanî ev guhertin ne ji bo parastina gel e, ji bo otorîtekirina desthilatdariyê ye.”