Hozan Temelî yê ji Sariza Kayseriyê, ji gundê Dallikavakê, piştî ku dîmenên sûcên şer û bikaranîn sîlehên qedexekirî dîtin, nexasim jî piştî ku dîmenên Mihemedê 12 salî yê ku bombeyên Tirkan ew şewitandî dîtin, helbestek nivîsî. Di helbesta xwe de ew dibêje Çermê Min Şewitî Dayê û wî ev nav li helbesta xwe jî kir. Hozan Temelî ji bo em bi weşînin, helbest ji me re şand.

Hozan Temelî yê ku ev 46 sal in mişext e û li Elmanyayê dimîne niha nexweş e. Ev helbest jî li nexweşxaneyê bajarokê Marktoberdorfer nivîsnadiye. Helbesta wî li jêr e:

Putîn û Trump gelek kêfxweş in

Tirk e li ser Kurdan agir direşin

Hinek dimirin hin can dikişin

Dûgelên bêwîcdan hemû kêfxweş in

Putîn rêviyekî gelek fenek e

Berlîn Londra Parîs dijî Kurd b´rik e

Kurd ber xwe dide, welat xweş xak e

Tevî birîndarin hemû bi êşin

Agir û dûman g(ih)eşt arş û ala

Tenê kuştin zarok tev pîr û kala

Ba Tirkî har bizan nakev av ala

Kurd êdî rabûn lewra hilkişîn

Kurd serî xwar nakin pêşeng keçik û jin

Dil wac dane doze bi xwe rast evîn

Bi xwîna cangoran erd zexme zemîn

Tilîlî bilind bûn tune reşî şîn

Tirkî har ji xwîne tu car têr nabe

Gelek Tirk jî bi vê şa dibe

Eslê hemûyan wenda Tirktî radibe

Çavên xwe kor bûyîne temamî şaş in

Tayîp û Bahçelî herdû Tirk nîne

Arnawût Gurcî Çerkez Tirk bûne

Hinek Kurdên xayîn Tirk in, ma kî ne!

Dijminên eslî xwe tav radikişin

Lê zilma hemûyan li ser Kurdan e

Meriv xwuya dikin lê ne însan e

Heywan î ewrar e nabêm heywan e

Xwe tev gûhertine tevdin xuşxuş e

Wegerîn doza Kurd hasret a Xanî ye

Girê Sipî ye û Serê Kanî ye

Tirkî har ji me re mirin aniye

Rûs û Amerîqa hemû rûreş in

Keçik û jinên Kurd rêberên me ne

Ew ê afirandinin ji xwe can tîne

Baweriya heqîqatê bi jin e

Temelî ew xweza hertim heşin e

 

 NAVENDA NÛÇEYAN