Serokomarê Tirkiyeyê Receb Tayyip Erdogan wê pêla hanê daxuyaniyek da û di wê daxuyaniya xwe de got, ew ê bi Îranê re li dijî Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) operasyoneke hevbeş di xaka başûrê Kurdistanê de dest pê bikin.
Beriya wê daxuyaniyê bi hefteyekê, piştî 39 salan ji serdana dawî ya fermandarekî payebilind ji artêşa Îranê, serfermandarê artêşa Îranî Muhemed Baqirî serdana Tirkiyê kir. Baqirî ji aliyê Erdogan ve hat pêşwazîkirin û her wiha bi serfermandarê artêşa Tirk, Hulusî Akar re jî civiya.
Di rojeva civîna wan de mijarên weke, aloziya Sûriyê û rewşa Idlibê, zextên Emerîka li ser Îranê û gelek xalên din hatin nîqaşkirin, û li ser gelek xalan her du aliyan xebero li hev kir. Lê bi serdana Erdogan a li Urdinê diyar bû ku armanca wan Kurd û qonaxên çarenûsî yên Kurdan in ku li Rojava û bakurê Sûriyê hilbijartinên Federasyona Demokratîk li dar in û li Başûrê Kurdistanê jî behsa referandûma serbixwebûna Kurdistanê tê kirin.
Erdogan beriya ku ji Urdinê vegere welatê xwe, daxuyanî da çapemeniyê û got, wan bi Îranê re li hev kiriye ku li dijî PJAK´ê ji xaka Başûrê Kurdistanê operasyoneke hevbeş dest pê bikin.
Diyar e ku pêkanbûna dewleteke Kurdî li Başûrê Kurdistanê bûye cihê metirsiyeke hevbeş a Îran û Tirkiyeyê ji lewre dema ku artêşa Îranê û Tirkiye derbasî xaka Başûr bibin, li wir ew ê asê bibin heta ku referendûm bê betalkirin û di paşperdeya operasyona li dijî PJAK´ê de ev yek muhtemel e hebe. Û jixwe, di dema bihuriya nêz de tirafîka di navbera Îran, PDK, YNK, Tirkiyê û Bexdayê de li ser mijara referandûmê heye û hemî welatên derve li dijî vê referandûmê ne, bi taybet piştî ku DYE´yê jî nerazîbûn nîşan da.
Bi taybet Tirkiyeya ku qaşo xoşbêşa Mesûd Berzanî di asta yekê de li dijî serxwebûna Başûrê Kurdistanê ye û tê zanîn ku 18 baregehên artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê li herêmên zer ên di bin serweriya PDK´ê de hene.
Dîsa jî ji bo ku federasyona demokratîk a Bakurê Sûriyê pêk neyê, her du alî di nava bazirganiyê de ne, û ji dema serdanê ve êrîşên Tirkiyeyê û çeteyên wê li dijî Efrîn û Şehbayê zêde bûne.
Her çi qas her du xwedî nakokî bin, avabûna dewleteke Kurdî li Başûr û nêzî sînorê Îranê her wiha bidestxistina statuya Rojava-Bakurê Sûriyê wan tîne cem hev, û dijminatî dibe dostanî. Mijareke din jî bi vê ve girêdayî ye ku di vê demê de Tirkiye jî û Îran jî bi Emerîkayê re ne li hev in û her du li ser vê yekê gihane hev û dixwazin planên xwe hevbeş bikin.
Îranê daxuyaniya Erdogan li ser navê El-Heres El-Sewrî red kir, lê diyar e ku di bin maseyê de xwarineke kambax a bi vî rengî heye û di van rojan de Erdogan diçe Tehranê û li ser heman mijaran civînên wan hene. Wekî dawî jî dikarim bibêjim ku li hemberî van plan, dijminatî û êrîşên li ser her çar parçeyên Kurdistanê êdî yekîtiya neteweyî ne daxwaz e, ferz e û ji bo ku neçin yek bi yek weke ku rehmetiyê Cegerxwîn gotibû, Kurd neçar in bibin yek.
* Ji navenda nûçeyan a Ronahî TV.
EGÎD ŞÊX EHMED