Navenda Ragihandina YPG´ê derbarê rewşa şer a meydanî li Helebê û Rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyeke din de jî nasnameya 4 şervanên di operasyona "Hêrsa Xabûrê" de jiyana xwe ji dest dayî jî eşkere kir.

YPG´ê da zanîn ku êrişên çeteyên ser bi El Nusra û Ehrar El Şamê li dijî taxa Şêx Meqsûd a Halebê dewam dikin û êrişa çeteyan a 22ê Sibatê li bakurê Halebê jî hatiye şikandin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi qasî hatiye zelalkirin 5 çete hatine kuştin. 

Daxuyaniyê li ser rewşa şer a meydanî li Helebê weha dewam kir: "Doh (pêr) hêzên me li dijî komên çeteyan ên li Çarxêrêya Seken Şebabî operasyonek li dar xist. Hêzên me di encama vê operasyonê de 2 bînayetên çete têde hilweşandin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di vê operasyonê de nehat zelalkirin. 


Derbên giran li bereya Helebê li çeteyan dikevin

Heman rojê li herêma Benî Zêd, di navbera hêzên me û komên çeteyan de şer qewimî. Di şer de doçkayeke 37 mm hat ruxandin."

YPG´ê li ser vê bereya şer wekî din da zanîn ku li ser rêya Kastello jî bi qasî hatiye zelalkirin 3 çete hatine kuştin.

YPG´ê ragihand ku 22´ê Sibatê hêzên wan li başûrê bendava Tişrînê termê 6 çeteyan hatine dîtin. YPG´ê da zanîn ku heman rojê ji saet 08.00'an heta saet 15.00'an çeteyên DAIŞ´ê bi çekên giran êriş birin ser başûrê gundê Şergirat li rojhilatê bajarokê Eyn Îsa.


Nasnameya 4 şervanan hat eşkerekirin

Di daxuyaniyeke cihê de jî YPG´ê nasnameya 2 şervanan ragihand ku di operasyona Hêrsa Xabûrê de ya ji bo azadkirina devera Şedadê 16´ê Sibatê destpêkirî jiyana xwe ji dest dane. Tekin Kurt ê bi navê şervan Fîras Agir ê li Wanê ji dayik bûyî 20´ê Sibatê li Şedadê jiyan xwe ji dest daye û Dilovan Mihemed ê bi navê şervan Azad Rêdûr li Serêkaniyê jidayikbûyî jî 21´ê Sibata 2016´an jiyana xwe ji dest daye. 

YPG´ê wekî din da zanîn ku şervanê wan Ensar Rehmaniyê li bajarokê Silukê bi giranî birandar bûyî jî tevî hemu hewildanan jiyana xwe ji dest daye. Rehmaniyê bi navê şervan Kemal Ciwan ji bajarê Rojhilatê Kurdistanê Mêrvîvanê ye. 

Li gorî daxuyaniyê li bereya Helebê jî 22´yê Sibatê şervan Delîl Heseyîn ê bi navê şervan Egîd ê li Efrînê jidayikbûyî jiyana xwe ji dest daye. 


 NAVENDA NÛÇEYAN