Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), êrîşên çeteyan yên li dijî bendava Tişrînê û gundê Qadriyê yê Eyn Îsa şikandin. Li aliyê din çeteyan dîsa gundên Efrînê û Ezazê dan ber topan.

Berdevkê Fermî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) yê Kantona Kobanê Şervan Derwêş ragihand ku çeteyên ku ev du roj in ji du aliyan ve bi sîlehên giran û hejmareke mezin a çeteyan êrîşî Bendava Tişrînê dikirin, derbên giran xwarine. 

Piştî QSD’ê operesyona xwe ya rizgarkirina bejahiya başûrê Kobanê bi dawî kir û di encamê de Bendav û bajarokê Tişrînê yên stratejîk ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir, çeteyan dîsa êrîşî hêzên QSD’ê kir ku Bendava Tişrîn diparastin.

Şervan Derwêş, diyar kir ku DAIŞ ji bo moralê çeteyên xwe bilind bike, pêr êrîş anîn ser bendava Tişrînê.


Li 3 deveran çete şikandin

Derwêş ragihand ku çeteyan bi çekên giran û hejmareke mezin ji gelek baskan ve ji gundê El-Saîdiyê, Hac Hisên û girên rojavayê Bendava Tişrînê û ji milê Pira Qereqozaqê êrîşî Bendava Tişrînê kirin.

Derwêş diyar kir ku hêzên wan bi moraleke bilind bersiva hemû êrîşan dan û debeyên mezin li çeteyan xistin. Şervan Derwêş diyar kir ku di encama şer de gelek çete hatin kuştin û çeteyan nikarîbû çenazeyên xwe ji meydana şer rakin. 

Şervan Derwêş diyar kir ku çeteyên ku ji aliyê pira Qereqozaqê ve bi dizî xwe gihandin rojhilatê çem û êriş kirin, rastî bersiva hêzên wan hatin û di encama vî şerî de jî gelek çete hatin kuştin û ên mayî jî ji meydana şer reviyan. 


Gelek ji wan biyanî 40 çete hatin kuştin

Berdevkê Fermî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) yê Kantona Kobanê Şervan Derwêş derbarê êrîşên çeteyan yên li aliyê başûrê Eyn Îsa jî got: “çeteyên DAIŞ’ê êrîşî gundên başûrê Eyn Îsa kir. Li vir me 40 kuştiyên wan tesbît kirin û ji wan cenazyê 24’an (ku piraniya wan biyanî bûn) di destê me de ne”.


Balafirên Koalîsyonê jî amade bûn

Şervan di dewama axaftina xwe de ragihand ku balafirên şer ên Koalîsyona Navnetewî jî gelek caran çeperên çeteyan ku sîlehên giran bi kar dianîn, xistin û gelek alav û maşîneyên çeteyan ruxandin. 


‘Me rizgar bikin’

Şervan Derwêş, asta moralê şervanên wan parve kir û got: “Vîn û moralê hêzên me bilind e. Vê yekê car din îsbat kir ku QSD’ê xwedî serketinên mezin e û çete nikarin li pêşiya vîna şervanên me li ber xwe bidin”.

Derwêş, bal kişand ku rojane şêniyên gund û bajarên di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de hawara xwe dighînin wan da ku wan rizgar bikin û wiha domand: “Şêniyên wan herêman dixwazin di leztirîn demê de em xwe bigihînin wan û wan rizgar bikin. Ew ji me re dibêjin, hûn hêviya me ya tekane ya xelasbûna ji DAIŞ’ê ne”.


‘Em ê soza xwe pêk bînin’

Berdevkê Fermî yê QSD’ê yê Kobanê Şervan Derwêş axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em amade ne li her deverê û di hemû deman de li hemberî DAIŞ’ê bisekinin heya wê têk bibin. Soza rizgarkirinê, vegerandina azadî û wekheiyê ku me dabû gelê xwe, em ê pêk bînin. Heta wê demê em ê her li ser riya avakirina Sûriyeya azad û demokratîk bin”.


Basûfanê û Keştearê hatin bombekirin

Li gorî nûçegihanên ANHA’yê yên li herêmê, çeteyên El-Nusra û Ehrar El-Şam doh careke din gundê Basûfanê yê navçeya Şêrewa ya Efrînê û gundê Keştearê yê ser bi Ezazê topbaran dikin.

Çete topên hawan û çekên giran li dijî welatiyên sivîl ên van gundan bi kar tînin. Heta niha tu agahiyên derbarê ziyanan de nehatiye bidestxistin.



HÊVÎDAR XALİD/ANHA/KOBANÊ