Li Efrînê ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, çeteyên Idlibê lê tên bicihkirin. Xelkê Efrînê ku ji ber komkujî, êriş û tundiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê neçar ma koçber bibe û niha li cihê wan çeteyên ji Îdlibê anîne bicih dikin. Bi sedan malbatên çeteyan li gundên Dêr Belût, Mela Xelîl û Hemam ên navçeya Cindirêsê, gundên Senarê, Anqelê, Qermîtliq, Çeqela, Xelîl û Meimila yên navçeya Şiyê hatine bicihkirin. Li aliyê din malbatên çeteyan li gundên Qurnê, Elî Jaro û Qestela Xidriya yên navçeya Bilbilê hatine bicihkirin. Her wiha tê gotin gelek malbatên dîtir ên çeteyan gihaştine gundên Erebcime, Erebwêran û Dîkmetaş ên navçeya Şera.
Bi sedan Efrînî hatin revandin û kuştin
Li aliyê din bûyerên revandin û kuştinê jî her roj zêde dibin. Çeteyên dewleta Tirk 9’ê Hezîranê kesê bi navê Elî Betal Zekî (38) dema ji gundê xwe Basûtê diçû ser karê xwe yê li Sûka El-Hal (sebzeyan) hat revandin û heta niha der barê wî de tu agahî tine. Dîsa 2 kesên bi navên Şerefedîn Seydo û Îbrahîm Mihemed Xelîl Ebdo û zarokê bi navê Mihemed ê ku bavê wî Reşîd Hemîd Xelîl e bi destê çeteyan hatiye kuştin, çarenûsên wan ne diyar in. Li aliyê din çeteyên dewleta Tirk a dagirker qanûnên navneteweyî binpê dikin ango şêniyên welatekî din digire û dadirizîne. Di vê çarçoveyê de, dadgeha dewleta Tirk kesê bi navê Kemîran Xilo Elî (28) ji gundê Celemê yê navçeya Cindirêsê bêyî sûcekî wî hebe, 4 sal ceza danê.
HRE´ê li Efrîn û Ezazê 2 çete kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê di 14-16’ê Hezîranê de li dijî çeteyên dewleta Tirk 2 çalakî pêk anîn. Di çalakiya li gundê Meryemîn a Şera û gundê Kefer Xaşir a Ezazê de 2 çete kuştin.
HRE’yê li ser çalakiyan ev agahî dan: “14’ê Hezîranê tîmekî me bi çalakiyek sekvanî çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li derdora gundê Meryemîn a ser bi navçeya Şera kir armanc, di encamê de çeteyek hate kuştin.
16’ê Hezîranê tîmekî me bi çalakiyeke sekvanî çeteyekî girêdayî artêşa Tirk a dagirker li derdora gundê Kefer Xaşir yê girêdayî herêma Ezazê kuştin.”
EFRÎN