Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê diyar kir ku komên çete yên li herêma Idlibê xwe ji nû ve bi çek dikin û êrişî hêzên hikumeta Sûrî dikin. Her wiha destnîşan kir ku di nava komên çete yê li Idlibê de hejmareke zêde çeteyên DAIŞ`ê hene. Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê doh bi daxuyaniyekê wiha da zanîn: “Li herêma Idlibê ya di nava herêmên bêçek de komên mezin ên çekdaran ên girêdayî rêxistinên cuda yên îslamî di nav de Heyet Tehrîr El-Şam û Pasdarên El-Dîn ku pîvanên îdeolojîk û şêwazên terorîst ên El-Qaîde bi kar tînin, xwe bi hêz dikin. Tê zanîn ku her du rêxistinên navborî red kirin ku itîrafê bi lihevkirinên Rûsya-Tirkiyê yên dawî der barê ragihandina agirbestê de ji aliyê rejîmê ve, bikin.” Wezaretê destnîşan kir ku cîhadiyên xwe li wê herêmê bi cih kirine, di nava wan de gelek DAIŞ`î hene û ew kesên ku bi rêya korîdorên ewlehiyê ji herêmên cuda yên Sûriyê hatibûn derxistin. Wezaretê piştrast kir ku endamên komên çete gelek sûd ji aramiyê girtin, xwe derman kirin, bi destekdayîna ji derve xwe bi çek kirin û niha jî êrişên dijber pêk tînin. Her du aliyên Rûsya-Tirkiyê agirbesta li Idlibê ragihandibû. Lê ji destpêka peymanê ve li Idlibê şer di navbera her du aliyan; hêzên hikumeta Sûriyê û çeteyên Tirkiyê de heye.  NAVENDA NÛÇEYAN