Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî gundê Suwediyêya Rojava ku beriya bi 3 rojan dest pê kir, hatin têkbirin. Di vî şerî de herî kêm 46 çete hatin kuştin. 
Gundê Suwediyêya Rojava, li eniya rojava ya Reqayê ye, yek ji navenda êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bû. Çeteyên ku ji vê derê hêz û lojîstîk digirtin, êrîşên deverên ji aliyê şervanên Odeya Çalakiyê ve rizgarkirî, dikirin. Roja 7'ê Kanûnê Suwediyêya Rojava ji çeteyên DAIŞ'ê hat paqijkirin. Çeteyan ji bo vê herêmê careke din dagir bikin, êrîş kirin.
Li gorî agahiyên bidestxistî, êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya beriya bi 3 rojan destpêkirî, bi temamî hat şikandin. Di vî şerî de herî kêm 46 çete hatin kuştin û gelek alavên leşkerî yên çeteyan hatin desteserkirin.
 
Bêtesîrkirina maşîna bombebarkirî

Li aliyê din tîmên pispor ên Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê, li derdora bajarokê Mehmûdliyê, wesayîteke bombebarkirî ya çeteyên DAIŞ'ê bi kontrol teqandin.
Şervanan beriya bi hefteyekê bajarokê Mehmûdlî û derdora wî rizgar kiribûn. Çeteyan hewl da bi wesayîta bombebarkirî êrîş bikin, lê bi ser neketin. 

 REQA