Firat Xelîl li ser navê Fermandariya YPG’ê ya Efrînê, derbarê mijarê de axivî. Xelîl destnîşan kir ku li derdora Kantona Efrînê û bajarê Ezazê di navbera Ceyş El-Siwar (Artêşa Şoreşgeran) û çeteyên El-Nusra –Ehrar El-Şam de şer dewam dike. Xelîl, anî ziman çeteyên li vir windahiyan didin bi hinceta şerê li dijî Ceyş El-Siwar êrîşî herêmên Efrînê dikin.
YPG bê bersiv nehişt
Xelîl da zanîn ku wan çete hişyar kirine ku êrîşî Efrînê bikin dê bersiveke tund bibînin û wiha dewam kir: “Şevê din çeteyan erîşî gundên Merîmîn û Anab ên Efrînê kir. Yekîneyên me jî bersiv dan wan û 4 çete hatin girtin. 3 ji wan Tirk e yek jî Ereb e. Nasnameyên yên din jî dê di rojên pêş de bêne eşkerekirin da ku cîhan asta piştgiriya dewleta Tirk a ji bo çeteyan nas bike.” Piştî vê daxiyaniyê ne bi gelekî ajansa nûçeyan ANHA´yê bi nûçeyekê ragihand ku ji çeteyên bi saxî hatî girtin sisê Tirk in.
Xelîl diyar kir ku komên çete yên DAIŞ, El-Nusra û Ehrar El-Şam şerê di navbera xwe de sekinandine û bi hemû hêza xwe êrîşî Efrînê dikin. Xelîl got, yekîneyên wan jî li hemû eniyan cihên xwe girtine û bersiv didin çeteyan.
3 ji wan Tirk in
Hêzên YPG'ê, êrîşên çeteyên DAIŞ, El Nûsra û Ehrar El Şam ên bi hev re li dijî Efrînê pêk anîn, şikandin. Hêzên YPG'ê her wiha 4 ji van çeteyan bi saxî girtin.
Çeteyên El Nûsra, Eharr El Şam, Cûnd El Aksa û DAIŞ'ê yên ji aliyê dewleta Tirk ve tên destekkirin, duh bi şev bi hev re êrîşî Şêxmeqsûd, Til Eran, Ezaz û Efrînê kirin. Di vî şerî de tevî derbên giran ên li çeteyan hatin xistin, 4 endamên van komên çete bi saxî hatin girtin. Hat ragihandin, ku 3 ji van çeteyan Tirk in û 1 jî Ereb e.ANHA'yê wêneyên 4 çeteyên Tirk ên bi saxî ji aliyê YPG'ê ve hatin girtin, weşand.
TÎRAST CUDÎ/ANHA/EFRÎN