Pêngava Rizgarkirina Reqayê bipêşveçûna, şervên QSD’ê didome û her kêlî bêhtir dor li çeteyên DAIŞ’ê teng dibe. Di şerê pêr bi şev de 46 çete hatin kuştin û 4 wesayîtên mayînkirî hatin ruxandin. Li taxên Mansûra û Reşîd ên li rojhilatê bajêr, şer bi hemû dijwariya xwe didome.  Li taxa Mansûra 13 çete û li taxa Reşîd 19 çete hatin kuştin. Dîsa li Taxa Reşîd çeteyek bi saxî kete destê şervanan û wesayîteke bombebarkirî hat rûxandin. Li taxa Nezlêt Şihadê ya başûrê bajêr jî şer derket û di encamê de 9 çete hatin kuştin. Li vir jî şervanan wesayîteke çeteyan rûxand.

Li taxa Deriyê ya rojavayê bajêr jî şer qewimî û li gor agahiyên hatin bidestxistin 5 çete hatin kuştin û du wesayîtên bombebarkirî ji aliyê şervanan ve hatin rûxandin. Di şer de du şervanên QSD`ê şehîd bûn û 6 jî birîndar bûn. 


REQA