Vegerin cih û warên xwe
Gerîla Birîndar Wan derbarê şer û berxwedana Şengalê de wiha got: “Li vir şerên dijwar diqewimin. Daxwaza me ji ciwanan ewe ku werin vir, ji bo em gelê xwe yê Êzîdî û Şengalê rizgar bikin. Di vê gelê me yê Êzdî yê li Dihok û Zaxoyê werin û xwedî li axa xwe derbikevin. Hebûna mirovan a li ser axa xwe, tiştekî herî birûmete.  Ji bo vê yekê serokatiya me dibêje, pêwîste gelê kurd hev bigirin û li hemberî DAIŞ’ê şer bikin.” Gêrîlla Brîndar diyar kir ku şer li vir bê navber didome û wiha got: “Li vir 24 saetan şer heye. Piranî şerê veşartî dimeşînin. DAIŞ baş dizane wê têk biçe. Ji bo wê malên gel talan dike û diteqîne.”
Gerîllaya YJA-Starê Nûda Serhat jî wiha got: “Ev 18 roje em li Şengalê ne. Li vir gelek cihên giring ketine destê me de. Wekî hêzên YPG, YPJ, HPG û YJA-Starê emê hîn pêşdetir biçin û Şengalê bi temamî rizgar bikin. Ji bo welatî vegerin, emê Şengalê rizgar bikin. Serokatiya me timî dixwest gêrîlla Şengalê û gelê Êzîdî biparêze.” Gêrîllayê HPG’ê Kanî Rêber jî derbarê hatina gêrîlla ya Şengalê de axivî û ev tişt got: “Ev demeke em hatine Şengalê. Dema em hatin vir, me korîdorek vekir û gel derbasî cihên bi ewle kir. Gelek ji van li çiya mane. Ji bo em pêwîstiyên gel pêkbînin, tişta em bikarin, me kir. Gelê ku li çiya mayî liberxwe dan û heta niha jî li çiyanin.”

Çar mehin em li vir in

Gêrîlla Kanî Rêber bal kişand ser komkûjiyên li dijî Êzîdiyan û wiha dawî li axaftinên xwe anîn: “72 ferman li ser Êzîdiyan hatine. Ji bo wê Rêber Apo got, pêwîste gêrîlla gelê me yê Êzîdî biparêze. Gelê vir jî alîkarî da me û hinek jî şehîd bûn. Ev 4 mehe em li Şengalê ne û niha em li navenda Şengalêne. Emê tevayî Şengalê rizgar bikin û ji bo welatiyên penaberbûne, vegerin ser malên xwe. Daxwaza me ji gelê Şengalê ewe ku bên û em bi hev re Şengalê rizgar bikin.”




SİNAN DENİZ/ŞENGAL