Şandeyeke muxalefeta Şamê ya nijadperest bi serkêşiya “Îtîlafê” serdana bajarên Cerablûs û Babê yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de kirin. Vê şandeyê pîrozbahiya dagirkeriyê kir û xwest ku kirasekî Sûryeyî/niştimanî yê rewabûnê li vê dagirkeriyê bike. Xwest bibêje, AKP’ê qaşo “axa Sûriyeyê ji rejîma Esed” rizgar kiriye û ew herêm hemû radestî muxalefetê kiriye!. Ev yek ji rastiyê dûr e. Dagirkeriya Tirk li Cerablûs û Babê dest bi siyaseteke “’Tirkkirinê’ kiriye. Ew niha zimanê Tirkî bi pêş dixe û hemû sazî û niştecihan li gor sîstema perwedê ya Tirkiyeyê saz dike û bi rêve dibe. AKP plan dike ku van herêman tevlî nexşeya Tirkiyeyê bike.
Lê tişta balkêş di vê serdanê de ew bû ku di nava şandeya “Îtîlafê” de hin rayedar û berpirsên ENKS’ê jî hebûn! Van kesan jî xwest rawabûnê bidin dewleta Tirk û bi artêşa AKP’ê û komên çete yên muxalefeta Şamê re, şer li dijî Rojava û QSD îlan bikin. ENKS niha bi şêweyekî çetewarî di nava artêşa AKP’ê û komên çete de li Cerablûs, Bab û herêma Şehbayê şerê Kurdan û Rojava dike.
Di nava ragihandina Ereb de ya ku li dij Rojava dixebite û bi taybet piştî îlankirina hemleya azadkirina Reqayê, ENKS û çeteyên li pey wê yên kirêkirî, ewên ku xwe mîna “Nivîskar” û “Rojnamevan” didin nasîn, bi roleke qirêj radibin. Ew muxbiriyê ji dijmin re dikin û ji bo kuştina Kurdan, têkbirina Rojava dibin destek. Van kesan xiyanet ji xwe re kirine kar û nan jê dixwin. Cerdevaniyê bi navê “Kurdayetiyê” dikin! Divê were gotin, ew neyarên doza Rojava, cesaret û derfetan ji PDK´ê digirin. PDK a ku xwe spartiye AKP’ê û ji bo berjewendiyên malbatekê şerê doza miletekî dike.
Çeteyên ENKS´ê yên li jêr biryara PDK´ê û AKP’ê hewl didin Rojava bê statû bihêlin û navên YPG, QSD û PYD´ê bixin nava lîsteya terorê. Di serdan û axaftinên nûnerên ENKS´ê de diyar dibe ku karê wan ê sereke ew e ku YPG, PYD, QSD wek “terorîst” bên îlankirin, Rojava beravêtî bibe û bikeve destê dijmin. Çeteyên ENKS´ê li gorî biryara PDK´ê tevdigerin. PDK jî bûye darê destê AKP’ê.
PDK li her devera ku dipeyive, êrîşî Rojava û PYD´ê dike û ji dewletan dixwaze ku ew destê alîkariyê li ser Rojava û QSD bibirrin. PDK bi neyarên Rojava û komên çete re hevkariyê dike. Ew çeteyên ku li Rojava mirov kuştin û mal û milkê xelkê talan kirin, îro hevalbendên PDK’ê ne û li Hewlêrê ji aliyê mala Berzanî ve tên pêşwazîkirin. Her wiha di warê diplomatîk de jî PDK ji Emerîka û Ewrûpayê dixwaze ku alîkariya eskerî li ser QSD´ê bibirre û Rojava mîna “terorîst“ nas bike û wek alternatîf komên çete/artêşa azad ji xwe re bike hevkar. Ev yek, beriya demekê ji devê Mesrûr Berzanî di hevdîtinekê li Emerîka de derket.
Hemleya reşkirinê ya ku AKP, Muxalefeta Şamê ya nijadperest, PDK û ENKS dikin, di vê demê de ku Reqa li ber rizgarkirinê ye, zêde û xurt bûye. Di çapemeniya bi Tirkî, Kurdî û Erebî de ev navendên neyarên doza Rojava hemû şêweyên derew bi kar tînin û bêbextiyan belav dikin. Bi milyonan dolar li wan tê xerçkirin. Armanca wan jî jiholêrakirina Rojava û QSD´ê ye û bicihanîna çeteyên AKP’ê li Rojava ye. AKP’ê soz daye PDK´ê ku eger QSD têk here, ew ê PDK´ê bi serokatiya çeteyan wezîfedar bike. Lê ev xewn pêk nayê. Rojava xurt dibe. Sînorên Rojava îro nêzî Dêr El-Zorê ye. QSD jî hêviya tevahiya gelê Sûriyê ye û hevparê sereke yê Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê ye.
Şerê li Sûriyê dê dewam bike. Ev şerê 6 salan ê bûyî şerekî herêmî, zû bi dawî nabe. Tişta ji bo Kurdan û Rojava girîng ew e ku ew hêza xwe ya avakirin û parastinê xurttir bikin. Tecrûbeya xwe bi sazî û dezgehên demokrat dewlemend bikin û zêdetir ciwanên pêkhateyan beşdarî nava refên QSD´ê bikin, da ku ev karibin xwe û heremên xwe li dijî DAIŞ, çeteyên muxalefetê, AKP’ê û dûvikên wê PDK/ENKS’ê biparêzin.