Navenda Çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi armanca encamên şerê di mehekê de li dijî komên çete li seranserê rojavayê Kurdistanê hatiye meşandin parve bike, nûnerên saziyên ragihandinê vexwand heremên şer ên Tirbêsipiyê, Çilaxa û Girkê Legê û bilançoya şer aşkera kir.

Berdevkê fermî yê YPG’ê Rêdûr Xelîl di civînê de agahî dan û diyar kir ku di van şerên mehekê de ne tenê Dewleta Îslam Iraq û Bîlad Şam/Cebhet El Nusra, gelek tabûrên Artêşa Azad û komikên di bin banê Artêşa Azad ên wekî Azadî yên girêdayî Partiya Azadî jî cîh girtin.
 
Rastî berxwedanê hatin 

Xelîl, di daxuyniya çepemeniyê de da zanîn di şerên ji 16’ê tîrmehê heta 16’ê tebaxê de ji 800’î zêdetir êrîşkarên El-Nusra/Artêşa Azad hatine kuştin û bi sedan jî hatine birîndarkirin, gelek wesayît, cebilxane, çek jî hatine bidestxistin. Xelîl, diyar kir ku di van şeran de 80 şervanên wan şehîd ketine.  Rêdûr Xelîl da zanîn ku li gorî agahiyên gihîştine destê wan bi dehan sivîl li herêma Til Eran, Til Hasil û Ezazê hatine qetilkirin, lê agahiyên zelal negihiştine destê wan. Xelîl, got ku di dema rejîma Baasê de jî tu kes li ser nasnameya wan a neteweyî nedihatin girtin, lê Dewleta Îslamî/El -Nusra/ Artêşa Azad li ser nasnameyên wan mirovan digirin û dibin cihên nediyar. Berdevkê YPG’ê diyar kir ku li gorî agahiyên gihîştine destê wan 700 Kurdên sivîl ji aliyê wan hêzan ve hatine revandin.
 
Kurdên xayin beşdarî tevkujiyan dibin

Xelîl destnîşan kir ku wan di destpêka êrîşên Dewleta Îslam/ El-Nusra de ji Artêşa Azad û koalîsyona Sûriyeyê xwestiye helwesta xwe zelal bikin, lê wan der barê êrîşên li dijî gelê Kurd de heta niha bêdengiya xwe parastiye. Di demên dawî de gelek tabûrên giridayî Artêşa Azad li gel çeteyên El-Nusrayê êrîşî gelê Kurd kirine û di nava komkujiyan de cihê xwe girtine. Xelîl dazanîn ku di belgeyên ketine destê wan de, hatiye xuyakirin ku Tabûra Azadî ya Partiya Azadî di komkujiyên li ser Kurdan de destê wê jî heye û bi El-Nusrayê re li dijî gelê Kurd di nava şer de ye. 

ANHA/QAMIŞLO