Çeteyên DAIŞ’ê ji navenda Cerablusê û 15 gundên wê vekişiyan û herêmê radestî çeteyên girêdayî hikûmeta AKP’ê ya Tirkiyeyê kirin. Hinek endamên Heta hinek endamên DAIŞ’ê cilên xwe guhertin û di bin navê Artêşa Azad de li herêmê man. Van komên çeteyan piştre jî êrîşî gundên rizgarkirî yên Minbicê kirin.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ANHA’yê ji herêma ragihandine, komên çeteyan pêr di saetên êvarê de hewl dan ku êrîşî gundê Amarna ku 8 km dikeve başûrê Cerablusê û li bakurê Minbicê ye, bikin.

Li ser vê yekê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi armanca hişyariyê gule berdan. Lê dema ku çeteyan êrîşên xwe domandin, şervanên Minbicê jî bersiv dan û şer derketin. 


 MINBIC