Şer li kantonên Rojava Kobanê û Cizîrê dewam dike. Têkildarî şerê li van kantonan  di navbera hêzên YPG´ê û Çeteyên DIAŞ’ê de, Navenda Çapemenî û Ragîhandina YPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand. YPG’ê di daxuyaniya xwe de bi bîr xist ku berxwedana YPG û YPJ´ê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê ketiye roja  223’yan. Daxuyaniyê weha dewam kir: Operasyona hêzên me ya ku pêr piştî êrîşê çeteyên DAÎŞ’ê ya li başûrrojavaye Kobanê hatibû destpêkirin bi dawî bû. Hêzên me çeteyên ketî gundê Til Ebrê bi temamî ji gund derxistin û li meydanê serweriya xwe xurtir kirin.”

YPG’ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku pêr bi şev di navbera gundên Eydanê û Cindê yên li rojhilatê Kobanê, hezên wan li dijî çeteyan êrîşek pêk anîye û got: “Di encama vî şerî de bi qasî hat zelalkirin 3 endamên çeteyê hatin kuştin û hezên me dest danîn ser 1 roketavêja B7 û 5 roketên wê, 1 kleş, 1.000 fîşekên kleşan, 4 bombeyên destan, 1 rext û 1 bêtela çeteyan.”


Kantona Cizîrê

YPG’ê der barê şerê li Kantona Cizîrê de jî got: “Operasyona hêzên me ya li herêma Meqlea ya stratejîk a 17 km li rojavayê Til Temirê, dewam dike. Me di daxuyaniya xwe ya pêr de gotibû, piştî ku hêzên me 3 noqteyên stratejîk ên di bin serweriya çeteyan de rizgar kirin, komên çeteyan 5 caran êrîş anîbûn ser vê herême. Piştî vê daxuyaniya me êrîşên çeteyan dewam kirin û çeteyan 6 carên din jî êrîş lidarxistin. Hêzên me bersivên tund dan çeteyan û hemû êrîşên çeteyan hatin şikandin.”

YPG’ê der barê êrîşen pêr piştî nîvro jî ku heta doh berê sibê dewam kirin, ragihand ku di encama vî şerî de jî 7 endamên çeteyê hatine kuştin.

YPG’ê der barê şerê 2 rojên bihurî de jî agahî dan û got:  “Bi vî awayî, di şerê 2 rojên derbasbûyî de bi giştî 34 endamên çeteyan hatin kuştin. Hêzên me di vê operasyonê dest danîn ser 16 termên çeteyan, 1 panzer, 1 doçkaya 12,5 mm, 11 kleş, 4 roketavêja B7, 1 BKC, 40 şarjor, 2 bombeyên destan û gelek cebilxaneya van çekan.” 


 NAVENDA NÛÇEYAN