Apê Nemir ku li refên herî pêş ji bo Kobanê şer kir, piştî ku ji milê xwe birîndar bû, ew rakirin nexweşxaneya Pirsûsê û tedawiya wî hînê dewam dike. Du kurên Apê Nemir yên rahiştine çeka wî, li Kobanê berxwedana wî didomînin.
'Emê çeteyan têkbibin'
Kurdê Apê Nemir yê bi navê Osman Xelîl ku bavê pênc zarokan e diyar kir ku piştî zarokên xwe li Bakur bi cih kir, ji wir li Kobanê temaşe kiriye û bi van gotinan hestên xwe yên hingî anî ziman: "Dema min li Kobanê temaşe kir, min hawanên dihatin avêtin dît. Min nekarî xwe lê rabigirim û kelogirî bûm. Piştre jî vegeriyam Kobanê. Ev du meh in ez wezîfeya asayîşê bicih tînim. Li vir em kontrola li ser rê dikin. Em wesayîtan disekinînin. Bi hevalên xwe re em hewl didin bajar ewle bikin. Rewşa berê gelekî dijwar bû." Osman Xelîl da zanîn ku bavê wî Apê Nemir ji mil û lingê xwe birîndar bûye û wiha axivî: "Dibe ku destê wî seqet bimîne. Berî niha bi kêliyekê bi min re axivî. Li Kobanê pirsî. Me jî jê re got ku baş e. Wî jî got, 'înşaleh emê van ji Kobanê biavêjin'. Ji min re got, 'Ez xanî, hewşê naxwazim, bi tenê dixwazim çete ji Kobanê bên derxistin'. Osman Xelîl anî ziman ku li Kobanê bi tenê xaniyekî wan ê ji odeyekê û hewşeke wan heye û wiha pêde çû: "Hawan li wir ketibe çi ye, lê neketibe çi ye. Em êdî hînî xizaniyê bûn. Me her tim xizanî dîtin. Lê em ê ti carî dest ji xaka xwe bernedin. Dema li Kobanê difikirim, ne xanî ne jî zarok tên bîra min. Dikarim her pênc zarokên xwe jî ji bîr bikim, lê nikarim Kobanê ji bîr bikim."
'YPG/YPJ pêş de diçin'
Kurdê din yê Apê Nemir, Hesen Xelîl jî ku bavê sê zarokan e anî ziman ku rewşa wan baş e û wiha got: "Em li pey YPG/YPJ'ê ne. YPG/YPJ bi pêşde diçin. Em jî li vir wezîfeya asayîşê dikin. Em bi sivîlan re eleqedar dibin û ewlekariya wan dikin. Em du bira li vir karê asayîşê dikin. Bavê me birîndar bû. Ew li Bakur e. Her wiha birayekî me yê bi navê Mihemed jî di asayîşê de bû. Hawan lê ket. Ew jî niha li Bakur e, guhê wî nabihîze. Ker bûye." Hesen Xelîl ê ku zarokên xwe bir Pirsûsê û bavê xwe yê birîndar Apê Nemir li nexweşxaneyê bicih kir, vegeriya Kobanê û got, "Bang li tevahiya Kobaniyan dikim: Werin ax, mal û milkên xwe biparêzin. Tu mafekî DAIŞ'ê li vir tune ye. "
DIHA/KOBANÊ