Li gorî agahiyên ku şahidên bûyerê dane, welatiyê bi navê Azer Mihemed Elî Kurimî ku di Şirketa Ciwan a barkêşî û rêwiyan de ajokariyê dikir û ji bajarê Hesekê ye, di 8’ê mijdarê de bi kamyonê ji Şamê ber bi Qamişlo ve derket rê. Elî Kurimî dema derdikeve rê welatiyekî din ê Kurd ku navê wî nehat hînbûn girt cem xwe.
Azer Mihemed Elî Kurimî dema tê bajarê Reqayê ji ber rewşa şer û pevçûnan şevekê li wir dimîne. Eli Kurimî û hevalê xwe di 10’ê mijdarê ji Reqayê ber bi Qamişloyê ve derket rê, lê di navbera Reqa û bajaroka Ên Îsa de ji aliyê çeteyên El Nusra ve hatin rawestandin. Li gorî çavkaniyên herêmî çeteyan destpêkê El Kurimî û hevalê wî şelandin, her wiha kamyona wan vala kirin û piştre herdu welatî dîsa li kamyonê siwar kirin. Çeteyan piştre jî xwest ku welatiyên Kurd wesayîta xwe bajon. Li ser vê yekê her du welatî bi kamyonê bi rê ketin, lê vê carê çeteyan bi topên hawanê kamyona wan kirin hedef. Di encama êrîşa çeteyan de kamyon hat teqandin û her du welatî jî hatin înfazkirin. Cenazeyê Azer El Kurimî û hevalê wî ku parçe parçe bûn, piştî êrîşa çeteyan ji aliyê rayedarên şîrketê ve anîn Hesekê û li wir sipartin axê.
HASEKÊ