Fermandarê QSD′ê yê eniya rojhilatê Reqayê Azad Reqa destnîşan kir ku şervanên QSD′ê êrîşa çeteyên DAIŞ′ê ya roja 14′ê Tebaxê ku ji bakurê Reqayê heta başûrê wê dest pê kiribû, pûç kir û derbên giran li wan xistin.

Çeteyên DAIŞ′ê li Reqayê roja 14′ê Tebaxê bi awayekî dijwar êrîşî şervanên QSD′ê kir. Derbarê vê êrîşê de Fermandarê QSD′ê yê eniya rojhilatê Reqayê Azad Reqa ji ANHA′yê re axivî û encama şerê giran ê qewimî, vegot.

Azad Reqa di destpêka hevdîtinê de got, ʺPiştî ku me dor li bajarê Reqayê girt, û gelek taxên bajêr rizgar kirin, çeteyên DAIŞ′ê roja 14′ê Tebaxê serê sibehê ji xetên bakurê Reqayê heta bi başûrê bajêr, grûpên xwe belav kiribûn û bi dijwarî êrîş kirin. Di vê êrîşê de hem wesayîtên bombebarkirî bi kar anîn, hem jî êrîşên xwekujî pêk hatin. Ji bakurê Reqayê heyanî başûrê wê şer bi giranî rûda. Li hinek aliyan, şer heta nîvrojê û li hinek aliyan jî heta êvarî dewam kir. Di roja yekem de çeteyan derbên giran xwarin û termên wan ketin destê şervananʺ.


Cesedên wan li erdê man

Azad diyar kir ku çeteyên DAIŞ′ê roja 15′ê Tebaxê jî, li hinek aliyan êrîş kir û xwestin termên çeteyên xwe rakin. Şervanan roja duyemîn bersiva wan da û wan nikarîbû termên xwe rakinʺ.

Azad di dewama axaftina xwe de êrîşa çeteyên DAIŞ′ê ya 14`ê Tebaxê wiha nirxand: ʺÇeteyên DAIŞ′ê di aliyê moral de şikestine û nakokiyên dijwar di navbera wan de derketine holê. Ev demeke dirêj bû ku plana vê yekê dikirin û dixwestin taxên nû hatine rizgarkirin dagir bikin. Her wiha  moral bidin endamên xweʺ.

Azad anî ziman ku çeteyan dixwest bi vê êrîşê re hin serçeteyên xwe derxînin derveyî bajêr û got: ʺRoja êrîşê, me li cîhazên wan ên bêtêlê guhdarî dikir. Bi riya vê yekê em têgihiştin ku armanca wan ji vê êrîşê ew e ku hin serçeteyên xwe xilas bikinʺ.


341 çete hatin kuştin

Azad Reqa yê derbarê bîlançoya şerê 14′ê Tebaxê de agahî dan, wiha dewam kir: ʺDi êrîşa 14′ê Tebaxê de şervanan bi lehengî bersiv da êrîşa çeteyên DAIŞ′ê. Di encamê de 341 çete hatin kuştin û termê 64 çeteyan di destê şervanan de ne. 11 wesayîtên bombebarkirî beriya ku bighîjin noqteyên şervanan hatin rûxandin û 7 çeteyên xwekuj jî beriya ku xwe biteqînin hatin kuştin. Her wiha 3 doçkayên (23.5, 14.5 û 12.5) ketin destê şervananʺ. Fermandarê eniya rojhilatê Reqayê, Azad Reqa, di dawiya axaftina xwe de got, şervanan di vê êrîşê de derbên giran li çeteyan xistin û wiha pê de çû: ʺŞervan bi moralekî mezin bi pêş ve çûn û di van herçar rojan de, taxên Mihdî û El-Rafqa rizgar kirinʺ. 


NEWROZ DEMHAT/ANHA/REQA