Çeteyên El-Nusra û Ehrar El-Şam, taxa Şêxmeqsûd a Helebê dorpêçkirin û bi çekên giran taxê gulebaran dikin. Hêzên YPG’ê jî bersiva êrîşa çeteyan didin.

Doh di saetên serê sibê de di serî de Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam û hin komên din ên çete ku girêdayî dewleta Tirk in, taxa Şêxmeqsûd dorpêçkirin. Çeteyan gef li welatiyên taxê xwarin ku heta saet 13.00’an taxê vala bikin, da ku taxê wekî herêmeke leşkerî destnîşan bikin.

Çeteyan di saetên nîvro de bi çekên giran hin deverên taxê gulebaran kirin; lê şervanên YPG’ê jî bersiva van êrîşan da. Hat zanîn ku gulebarana çeteyan li kolana Muxaberat, kolana 20’an, gundê Nebo û herêma El-Şeqîf pêk hatiye.

Têkildarî mijarê fermandariya YPG’ê ya Helebê jî daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku ew bi hemû hêza xwe amade ne pêkhateyên taxê biparêzin û ew ê nehêlin tu komên çete derbasî taxê bibin. 


 HELEB