Şerê di navbera komên çete û şervanên YPG/YPJ’ê û Eniya El-Ekrad de, di 6’ê îlonê vir ve berdewam dike. Gelek komên çete yên bi navê Selahaddîn, Tûgaya Şehîdên Bedir, Tûgaya El-Rebîe El-Erebî, hin çeteyên Partiya Azadî yên wekî Tabûra Azadî, Tûgaya Ensar El Îslam, Tûgaya Şehîdên Sûriyê, Tevgera Ehrar El Şam, hêzên Komele, Tûgaya Mehemed El-Fatih jî tevli van êrîşan dibin û hemû hêza xwe ji Meclisa Leşkerî ya Helebê a girêdayî Artêşa Azad digirin.
Fermandariya YPG’ê di berdewama daxuyaniyê de diyar kir ku di şerên heta niha de 57 çete hatine kuştin, zêdetirî 60 çete birîndar bûne, 2 wesayîtên doçka hatine rûxandin, 7 wesayît û vîncek hatine şewitandin, 3 wesayît hatine desteserkirin û 12 çete jî dîl hatine girtin.
YPG’ê di dirêjiya daxuyaniya xwe de der barê topbarana komên çete ya li dijî taxa Şêxmeqsûd de jî agahî da û destnîşan kir ku di encama topbarana çeteyan de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dane û jin û zarok jî di nav de gelek kes jî birîndar bûne.
YPG’ê di dawiya daxuyaniyê xwe de destnîşan kir ku di berxwedana ku li Şêxmeqûsd Şerqî dest pê kir û li herêmên Şiqêf, Kolana 15 û 20’an, Seken Şebabî, Kolana Muxaberat, Nexweşxaneya Henan belav bû de, 3 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dane. YPG’ê nasnameya şervanên jî aşkera kir.
Gîvara Hebeş (Gîvara) di sala 1985’an de li gundê Elî Beg ya Efrînê ji dayik bûye.
Zinar Reşîd (Zinar) di sala 1993’yan de li Helebê ji dayik bûye.
Feqî Salih (Fedakar Polat) di sala 1982’yan de li gundê Etmê-Raco ya Efrînê ji dayik bûye.
Dixwazin herêmê bê mirov dihêlin
Êrîşên komên çete li dijî gelek bajarên wekî Serêkaniyê, Kobanê, Til Ebyad û Qamişloyê berdewam dike. Hat ragihandin ku çeteyan di ser gelek malan de girtiye welatî ji malên wan derxistine û xwe di malan de bi cihkirine.
SERÊKANIYÊ: Pêr bi şev li derdora gundê Kişto û bajarokê Til Xelefê, di navbera şervanên YPG'ê û komên çete de pevçûn rû dan. Çeteyên girêdayî Dewleta Îslamî Iraq û Bîlad Şam/El Nusra pêr bi şev, ji bajaroka Til Xelef ya ser bi Serêkaniyê ve êrîşî gundê Kişto kirin. Li ser vê yeke şervanên YPG’ê bersiv dan û di encamê de şer qewimîn.
Çavkaniyên YPG'ê diyar kirin ku pevçûnan saet di 22.00’an de dest pê kiriye û heta saet 04.00'an dewam kiriye. Der barê kuştî û birîndarên komê çete de tu agahî nehatin bi dest xistin.
KOBANÊ: Bi armanca piştgirya berxwedana Yekîneyên Parastina Gel (YPG), heyetek ji Saziya Malbatên Şehdîn a Kobanê çû serdana navenda YPG'ê ya bajêr. Şande li vir ji hêla şervanên YPG'ê û YPJ'ê ve hat pêşwazîkirin. Fermandara YPG'ê Meysa Ebdo xêrhatina heyetê kir û destnîşan kir ku ‘şehîdên şoreşê’ pêşengên azadiyê ne. Ebdo. diyar kir ku desdkeftiyên hatine bi dest xistin berhema ked û fedekariya şehîdan e.
Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Mistefa Îto jî diyar kir ku ew wek malbatên şehîdan piştgiriya berxwedana YPG'ê dikin.
TIL EBYED: Komên çete li bajarokê Sirîn ê li herêma Firatê, koçber ji dibistanê derxistin û li şûna wan baregeha xwe ava kirin. Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatine, hat diyar kirin ku komên çete yên Dewleta Îslamî Iraq û Şam/El Nusra, êrîşî bajarokê Sirîn ê herêma Firatê kirine, koçberên ku ji bajarokê Beyada yê Himsê koçber bibûn ji dibistanê derxistine û li şûna wan baregeha xwe ava kirine. Çavkaniyan diyar kir ku welatiyên bajarokê Sirînê li hember vê kiryara komên çete bihêrsin û dixwazin ku wan ji bajêr derxînin.
QAMIŞLO: Hat ragihandin ku komên çete êrîşî gundê Til Îd ku dikeve başûrê bajarê Qamişloyê kirine û li ser bersivdayîna YPG’ê şer derketiye.
Li gorî agahiyên hatine bi dest xistin, komên çete duh di saetên serê sibehê de êrîşî gundê Til Îd kirin û xwestin bikevin gund. Çavkaniyên herêmê diyar kirin ku li ser vê yekê hêzên YPG’ê bersiv daye û şer derket, lê der barê kuştî û birîndarên şer de tu agahiyên zelal nehatin bi destxistin.
NAVENDA NÛÇEYAN