Çeteyên dewleta Tirk şûnwarên Efrînê li aliyekî tine dikin, li aliyê din jî rabihuriya wan û bîr û gorên miriyên wan texrîb dikin. Çeteyên diz wekî din êrişî pîroziyên xelkê deverê jî dikin û goristanan jî texrîb dikin.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî, çeteyên Tirkiyeyê, du girên dîrokî ku weke şûnwar hatine diyarkirin, ên li gundewarê Efrînê, bi mekîneyên giran, bi merema gera li xezîneyan, kolandin û wêran kirin. Wekî din li Cindirêsê jî kêlên goristanan hatin texrîbkirin. Armanca van êrişan birina serî ya qirrkirina Kurdan li Efrînê ye.
Jêderên ji navçeya Şera ya Efrînê, piştrast kir ku çeteyên Siqûr El-Şamî bi fermandariya Hesen Xeyriyê yê ku gundê Gemrûkê kontrol dike, beriya niha bi demekê girê Tilê Bîrê û girê Ebûşê yên dîrokî, bi tirek û buldozeran wêran kirine da ku jê parçeyên dîrokî û entîke derxin û bidizin.
Jêderên ji deverê wekî din piştrast kir ku koma çete ya navbirî, li ber çavên eskerên Tirk ên dagirker, 25 rojan li ser herdû giran karên kolandin û wêrankirinê dewam kiriye û bîra Romanî ku li ber wî girî bû jî, ji holê rakirine.
Ji bo diziyê her tiştî dikin
Di vî warî, çeteyên Tirkiyeyê, li derdora Kela Nebî Hûrî karên kolandinê bi buldozeran kir da ku bermahî û asarên dîrokî ji bin axa deverê derxin û bidizin.
Li alîkî din jî, çalakvanên Efrînê, li ser torên medyaya civakî, vîdeoyek belav kirin û tê de bi berfirehî xuya dike, ka ev çeteyên terorîst ên Tirkiyeyê li goristana gundê Qurbê yê ser bi Cindirêsê kêlên gorên miriyên gund dişikînin û goristan bi temamî wêran dikin.
Dijminê gorên Kurdan in
Li gorî jêderên Efrînê, çeteyên terorîst weke sedema wêrankirina goristanên deverê jî dibêjin, ”li gorî dînê wan” divê kêl li ser goran nebin. Lê ne tenê ev jî, mirov ji qeydiya vîdeo dibîne ku ev çeteyên hanê dijminê Kurdan in û ji ber ku çend rêz nivîs bi Kurdî li ser kêlan nivîsiye, vê hovîtiya hanê dikin.
Axir, ev tinekirina şûnwaran, texrîbkirina goran hemû diyar e beşek ji siyaseta sîstematîk a dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ye ku Kurdan li deverê bi temamî tine bikin. Ji bo vê jî rûyê şaristanî û demografiya devera Efrînê ji binî ve diguherin û dixwazin bidin jibîrkirin.
EFRÎN