Navenda Ragihandina YPG’ê li ser encama şerê pêr bi şev ê li Şeddadê de ji ber êrîşa çeteyên DAIŞ‘ê rûdayî, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de YPG´ê ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê roja 26’ê Mijdarê saet 03:30´an de, êrîşeke berfireh birin ser gundê Ebû Fas û herêma di navbera gundên Malha û Mekmen ên ser bi Şeddadê de.

Li gorî daxuyaniyê, ev êrîş bi piştgiriya maşînên zirxî û hejmareke zêde ya çeteyan bi 5 baskan ve li dijî 4 nuqteyên hêzên YPG’ê hatiye kirin.

Navendê diyar kir ku hêzên YPG/YPJ’ê bersiv dan êrîşê û li hemû nuqteyan şerekî dijwar qewimî. YPG´ê wekî din da zanîn ku çeteyan her wiha bi hawanan gund û derdora Ezawî jî topbaran kiriye û di encama şerekî dijwar de ev êrîş hatiye şikandin.

57 çete hatin kuştin

Navendê da zanîn ku piştî têkbirina êrîşê, hêzên YPG/YPJ’ê li herêmê dest bi operasyonê kiriye, dor li çeteyan girtiye û gelek ji van çeteyan kuştine.

Li gorî daxuyaniyê, di vî şerî de 5 panzer, 4 doçka û 2 maşîneyên leşkerî yên DAIŞ’ê hatin rûxandin û bi giştî 57 çete hatin kuştin. Navendê diyar kir ku operasyona hêzên wan a lêgerîn û paqijkirina herêmê dewam dike.

Di dewama daxuyaniyê de li ser pakrewanên YPG´ê hat gotin, “6 hevalên me yên ku bi lehengî şer kirin û êrîşa çeteyan têk birin, gihîştin şehadetê.” 


NAVENDA NÛÇEYAN