Odeya Çalakiyên a Xezeba Zeytûnê li navçeya Extrîn a girêdayî herêma Ezazê ya bakurê Helebê çalakiyek pêk anî. Di encama wê de çeteyekî girêdayî Tîma El-Sultan Mûrad hate kuştin. Daxuyaniya Odeya Çalakiyên a Xezeba Zeytûnê derbarê çalakiyê de wiha ye: “Yekîneyên me 8`ê Tebaxê 2018`an li herêma Extrîn a Ezazê li gundê Ziyadiye ji bo kiryarên çeteyan li ser şêniyên Efrînê û talankirina mal û milkên wan, çalakiyek pêk anî. Yekîneyên me tevgera yek ji çeteyên Sultan Mûrad şopand û ew ceza kir. Em wek Odeya Çalakiyên a Xezeba Zeytûnê soz didin ku çete li ku derê bin em ê tolê rakin. Efrînê, sebrê bikişîne, serkeftin tê.”

 

EZAZ