Pirraniya çeteyên ku doh û pêr li Baxozê radestî hêzên QSD’ê bûn ji Tirkiye, Tirkmenistan, Tirkistan (li Sinê), Kirgizistan, Tacîkistan, Endonezya, Çeçenistan, Daxistan û Iraqê ne.
Ji wan qederê hezar û 500 kesî tevî malbatên xwe pêr teslîmî hêzên QSD’ê bûn. Çeteyên ku bi giranî ji komarên Tirkî ne, tevî hemû bangên çend rojên berê, teslîm nebûbûn.
Doh jî bi dehan çeteyên birîndar teslîm bûn. Çeteyên birîndar ji aliyê şervanan ve ber bi nuqteyên tenduristiyê ve hatin birin da ku werin dermankirin. Ev çete, di nava sedan çeteyî de bûn ku doh danê sibê piştî ku derbên QSD`ê pişta wan şikand, teslîm bûn. Di nava van çeteyan de zarokekî Êzîdî jî hebû ku pê şer dane kirin.
Ji êvara 4’ê Adarê heta 10’ê Adarê qederê 9 hezar çete û malbatên wan ji aliyê şervanên QSD’ê ve ji herêma Baxozê hatin derxistin.
ANHA / QSD
5 DAIŞ´î hatin girtin
Navenda Çapemeniyê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê da zanîn ku Yekîneyên Têkoşîna li Dijî Terorê ya girêdayî Meclisa wan, şaneyeke veşartî ya çeteya DAIŞ`ê li Minbicê girtiye. Meclisê got, vê şaneyê hewl dida aramî û ewlehiya herêmê tevlihev bike.
Navenda Çapemeniyê ya girêdayî Meclisa Leşkerî ya Minbicê got, ev şaneya çeteya DAIŞ`ê ji 5 kesan pêk tê. Meclisê got, bi rêya operasyonekê û berdewama girtina şaneyên terorîst ên veşartî, 5 çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin.
ANHA / MINBIC