Berxwedana li seranserê Kurdistanê li dijî dewleta Tirk dewam dike. Li Sûr û Cizîrê ku bûne sembola berxwedanê, çekdarên dewletê derbên giran dixwin. Tevgera Ciwanên Welatparêz Şoreşger (YDG-H) têkîldarî encamên şerê di berxwedana li dijî hêzên dewletê de daxuyanî da. Li gor daxuyaniyê, di çalakiyên bersivdayîna qetlîamên dewletê yên li dijî sivîlan de li Sûrê 5, li Cizîrê jî 4 tîmên taybet hatin kuştin.
Li Cizîrê 4 tîm hatin kuştin
YDG-H da zanîn ku dewleta Tirk û rejîma AKP’ê li danaynin ku êrîşên wan şikestine û ji ber wê jî li Cizîrê sivîlan qetil dikin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku li dijî komkujiyan wan 28’ê Kanûnê çalakî li taxên Yafes û Cûdiyê li dar xistin û di çalakiyan de herî kêm 4 tîmên taybet hatin kuştin.
Li Cizîrê 28’ê Kanûnê yek jê 5, yê din 15 salî, 2 zarok ji aliyê hêzên dewleta Tirk hatibûn qetilkirin.
Li Sûrê 5 tîm hatin kuştin
Di daxuyaniya YDG-H’ê de têkîldarî berxwedana Sûrê jî agahî hatindayîn: “27’ê Kanûnê saet 15.00’an li taxa Hasirli ya navçeya Amedê Sûrê li dijî hêzên dijmin ên xwe bicihkirî, ciwanan çalakiya xweparastinê li dar xist. Di çalakiyê de leşkerek hat kuştin. 28’ê Kanûnê saet 10.00’an li nêzî Yenî Kapi dijmin hewl da bikeve malekê. Li ser bersivdayîna ciwanan a xweparastinê li vir 2 çete hatin kuştin. Her wiha di heman rojê de li Taxa Karadenîz saet 05.15’an dijmên hewl da bikeve malekê û rastî berxwedana xweparastina ciwanan hat, li vir jî 2 leşker hatin kuştin. Cenazeyên dijmin ji bo demekê di bin kontrola ciwanan de ma. Piştre hêzên dijmin çengel avêtin van cenazeyan û bi erdê re kaş kirin, birin. Piştî vê bûyerê mertalekî dijmin hatiye desteserkirin. Her wiha di heman rojê de di çalakiya xweparastinê ya ciwanan de ji bo bersivdayîna êrîşên dijmin ên li dijî Taxa Hasirli de mirî û birîndarên dijmin çêbûn, lê têkîldarî hejmarê de zelaliyek çênebû.”
‘Çeteyên qesrê wê xwe negirin’
Di dawiya daxuyaniya YDG-H’ê de hişyar kir ku çeteyên Qesrê û hevkarên wan wê nikaribin xwe li nexweşxaneyan, otelan, dibistanan û malên gel ên ku wek biryargehên leşkerî bikartînin bigirin. Her wiha wê li hemberî êrîşên nemerdî û derveyî mirovahiyê yên li dijî sivîl û zarokan jî qat bi qat bersiv bê dayin. Daxuyanî weha bi dawî bû "Wek YDG-H’ê banga me li gelê me ev e; divê ti carî nehêlin ne ev çete û ne jî saziyên girêdayî çeteyan li bostek axa Kurdistanê bisekinin.”
Rewş şer li xwerêveberiyan
Li aliyê din li gorî agahiyên bi dest ketî di şerê doh li Cizîrê de hêzên dewleta Tirk hewl dan ji Lîseya Anatolyayê ya Ataturk bikevin Taxa Nûrê. Li ser vê yekê şer rû da û di şer de herî kêm leşkerek hat kuştin û gelek leşker û polîs jî birîndar bûn.
Li Sûrê ji pêr bi şev ve di encama şerê dijwar de li derdora Mizgefta Kurşunluyê malek, li jora Minara Çarling jî 2 mal ji ber topbaran û gulebarana hêzên dewletê, şewitîne. Ji ber êrîşan komên agirkujiyê jî nikarin agir vemirînin û nayê zanîn ka di avahiyan de welatî hene yan na.
Li Kerboranê 2 teqînên dijwar
Li navçeya Mêrdîn Kerboranê, êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gelê sivîl û berxwedana gel a li dijî êrîşan di roja 20. de dewam dikin. Li taxa Safa ya rastî êrîşên giran ên dewleta Tirk tê, doh danê sibehê li dû hev 2 teqînan rû da. Li ser encamên teqînan agahiyek zelal nehat bidestxistin.
AMED/ŞIRNEX