Şervanên Hêzên Şoreşger li herêma Şehbayê derbeyên giran li çeteyên Tirkiyê dixin. Hêzên Şoreşger ên li herêmên Şehbayê gundê Til Medîq ê li rojhilatê Bendava Şehbayê ji çeteyên Mertala Firata rizgar kirin. Di encamê şer de serçeteyê bi navê Ebû Cinan 11 çeteyên El-Cebhe El-Şamiya ya Marai hatin kuştin, 22 çeteyên din bi giranî birîndar bûn

Li gorî ajansa ANHA´yê li herêma Şehbayê ku şervanên Hêzên Şoreşger piştî pevçûnên dijwar gundê Til Medîq ê ku 1 km dikeve rojhilatê Bendava Şehbayê ji artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê rizgar kirin.

DAIŞ’ê radestî çeteyan kiribû

Çeteyên DAIŞ’ê beriya 2 rojan gundê Til Medîq radestî çeteyên Mertala Firatê kiribûn. Şeva din jî çeteyên Mertala Firatê li hember gundê Til Medîq çekên kîmyewî bikar anîn. Bi êrîşên kîmyewî re hemwext, di encama pevçûnên li vî gundî, serçeteyê El-Cebhe El-Şamiye yê bi navê Ebû Cînan hate kuştin û 7 erebeyên leşkerî jî hatin ruxandin.

Li nexweşxaneyên Tirkiyê têne dermankirin

Her wiha hat ragihandin ku di çalakiya rizgarkirin gundê Til Medîq ê Babê de serçeteyê bi navê Ebû Cinan 11 çeteyên El-Cebhe El-Şamiya ya Marai hatin kuştin, 22 çeteyên din bi giranî birîndar bûn û niha li nexweşxaneyên Tirkiyê têne dermankirin.

Çeteyan derbên giran xwarin

Çavkaniyên ANHA´yê diyar kir ku di pevçûnan de, Lîwa Asîfet El-Hezim ê bi navê Heysem hate kuştin û damezrînerê wê yê bi navê Hîşam Derbalê û serçeteyekî din bi heman malbatê de birîndar bûn.

Heman çavkanî diyar kir ku du tûgeyên ku di bin sîwana Mertala Firat û Ceyş El-Tehrîr ku derbeyên giran xwarin êdî ji şerê herêmê derketin. Di heman demê de hate gotin ku Fermandarê Tûgeya El-Tehîr birîndar bû û di navbera çetayan de alozî derket.

Heman çavkaniyê da zanîn ku operasyona rizgarkirina gundê Tel Medîq derbeyeke giran ji bo çeteyên Tirkiyê bû.

Dewleta Tirk yekîneyên xwe yên taybet dişîne

Ji ber ku êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Şehbayê bi ser neketin, dewleta Tirk yekîneyên xwe yên taybet ji Cerablûsê dişîne Mare.

Di encama operasyonên serketî yên Hêzên Şoreşger de, Bendava Şehbayê, gundên El Hesiya, Hscak, Simûqa, Qol Sirûc, El erdiye, gundikên El Xûl, Hesîniniyê û stasyoneke bazê yên ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibûn dagirkirin, hatin rizgarkirin.

Hêzên Şoreşger piştrast kir

Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li herêma Şehba li dijî Hêzên Şoreşger tên lidarxistin, bi giranî li cihên mîna Şêx Îsa û Til Rifatê pêk tên. Çavkaniyeke taybet ji herêmê ragihand ku dewleta Tirk yekîneyên xwe yên taybet û leşkerên xwe ji Cerablûsê derbasî xeta Mare dike.

Çavkaniyên Hêzên Şoreşger ên Şehbayê jî piştrast kirin, ku dewleta Tirk yekîneyên xwe yên taybet û leşkerî ji Cerablûsê derbasî Mare kiriye û dan zanîn, ku ev sewqiyata leşkerî ya ber bi herêmê ve, dewam dike. 


Bêdengiya civaka navnetewî dikuje

Endamê Kordînasyona TEV-DEM’ê Aldar Xelîl diyar kir ku divê bikaranîna Tirkiyê ya çekên kîmyewî, wijdana netewî şiyar bike û got: “Divê civaka navnetewî ji bo rawestandina vê tecawizê bikeve nav hewldanan de.”

Endamê Kordînasyona TEV-DEM’ê Aldar Xelîl der barê bikaranîna Tirkiyê ji çekên kîmyewî re dijî herêmên Şehbayê, li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek da. Xelîl der barê mijarê de wiha nivîsî: “Piştî bêdengiya civaka navnetewî û rêvekirina li pêşiya muxalîfên dijber û hewldana têkbirina hewldanên demokratîkirina Sûriyê, bikaranîna dewleta Tirk û komên girêdayî wê ji çekên kîmyewî dijî herêmên Şehbayê, xaleke ku divê wijdanê netewî şiyar bike. Her wiha divê ku hêzên aktîf li Sûriyê helwesta xwe ya exlaqî diyar bikin û ji bo rawestandina vê tecawizê bikeve nav hewldanan de.  Ev tecawiz ne tenê civaka Sûriyê, tecawiza li hember hemû civakan e.”


EFRÎN