Li gorî agahiyên ku xizmê malbatê yê li Elmanya bi navê Aryen Aydin dayî rojnamê me, Mihemed Elî Sîdo, hevjîna wî Mizgîn Holîlo zarokên wan ên 9 û 11 salî Hêva û Sozdar pêr bi şev mala xwe ji Helebê bar dikirin Efrînê, hatine revandin. Ji malbatê ji pêr saet 10 şevê ve agahî nehatiya girtin.
Li gorî agahiyên Aryen Aydin dayî malbat ji aliyê çeteyên El-Nûsra ve hatiye revandin. Çeteyên El-Nûsra beriya niha jî êrîşên bi vê rengî biribûn ser sivîlan û ew revandibûn.
NAVENDA NÛÇEYAN