Komên çete ji pêr êvarê û şûnde gundên herêma Sed Şehab a ji gundên Kefer Zigir, Nêrebiyê, Kubbesini, Kul Suruç, Cebel Asi û Tel Madek pêk dihat dorpêç kirin û di saetên zû yên sibê de li Tel Madîk, Sed Şehab veguherî qada şer. Şerên di nava rojê de bê navber berdewam kir.
Rêya gundan girtine
Komên çete li aliyekê gundan dagir dikin û li aliyê din li riyên gundan noqteyên kontrolê du qat zêde kirine. Gundiyekî Kefer Zigirlî da zanîn ku şevê saet di 02.00’yan şûnde dora gund hatiye dorpêçkirin û hemû rê hatine girtin, ji bo vê çeteyan ji Mumbîç, Azaz û Marat taqwiye xwestiye. Hinek kesên ku ji gund reviyane jî ji aliyê çeteyan ve dîl hatine girtin.
Gundên ku hatine dorpêçkirin nêzî Helebê û nêzî herêma sanayiyê ne.
Piştî pêkanîna girtina riyan a li Kurdan û destpêkirina neçîra Kurdan şûnde, di saetên sibê û şûnde cihê wek Hebe Rojava tê zanîn ku kontorla taxên Şear, Haydariyê, Şex Nacar, Mederest El Muşar de ye noqteyên kontrolê hatin zêdekirin. Wesayîtên sivîl yên li taxan derbas dibin tê rawestandin û hat gotin ku komên çete li gorî lîsteyên navê kesên bi wan re hene digirin.
Bi sedan kes dîl girtine
Ji ber dagirkirin û pevçûnan ji gundên Kefer Zigir û Nêrebiyê nêzî hezar 500 malbatî koç kir. Her wiha hat diyar kirin ku nêzî 500 kesî jî dîl hatiye girtin. Hat gotin ku piraniya malbatên ku ji vir koç kirine, berê ji komkujiyên Tel Aran û Tel Hasil reviyane.
Her çiqas di komkujiyên Tel Aran û Tel Hasil de Eniya El Nusra û Dewletî Îslamî ya Iraq-Şamê derbas bibin jî diyar kiribû ku koma Abdulcebbar El Egîdî Azadî bi wan re li Tel Aran û Tel Hasil şer kiriye û nasnameya Kurdên hevkar aşkera dikir. Her wiha hat piştrastkirin ku di êrîşên pêr êvarê destpêkiriye de koma Îslamî El Kurdî, Tabura Selahaddîn û Azadî serkêşiya êrîşan kiriye.
Her wiha hat hînbûn ku kesên dîl hatine girtin, kalaşnîkofek ji bo çeteyan amade bikin dê serbest bên berdan.
SEYÎT EVRAN/ANF/HELEB