Çeteyên di sînorê dewleta Tirk re derbas bûyî pêr êrîşî 25 cihên cuda yên Girê Spî, Silûk, Eyn Îsa (Bozan) û Mebrûka kir. YPG/YPJ û hêzên Asayîşê jî bersiv dan wan û derbê giran li wan xistin.
Bi kordînekirî êrîş kir
Hem nûçegihanên Ajansa Nûçeyan Hawarê (ANHA) yên li derdora Girê Spî şerê bîst saetan ajotî şopandî, hem daxuyaniyên ji rayedarên dewleta Tirk û hem jî reaksiyona birêveberiya Dewletên yekbûyî yên Emerîkayê îşaret bi wê yekê dikin ku li pişt van êrîşan dewleta Tirk û hukûmeta AKP´ê hene.
Yek ji îsbatên wê yekê ku çete bi ferman dewleta Tirk tevdigerin, daxuyaniya serokkomarê Tirk R.Tayyip Erdogan a doh bû ku digot “Li gorî agahiyên ji deverê gihiştin min, DAIŞ % 70´yê Girê Spî kontrol dike”.
Li Girê Spî çete ketin navenda ceyranê, dibistanekê, navenda çandê, Firinê, xwe li wan deran bi cih kirin. Hêzên YPG/YPJ û Asayişê li van deran dor li wan girtin. Û ji nîvê şevê heta doh saet 16´an şerekî dijwar rû da.
Li Girê Spî 26 û li Silûkê ji 14 termên çeteyan ketibûn destên YPG’ê û li gorî agahiyan qederê sed çeteyî hatine kuştin. Nûçegihanê ANHA´yê da zanîn di dema şerên dijwar ên li nava Girê Spî de, artêşa Tirk jî bi çekên giran êrîşî çeperên YPG’ê yên li ser sînor kirin. Hate zanîn piştî ku balafirên koalisyona navneteweyî cihê çete lê bombe baran kirin. Gelek çete reviyane Tirkiyeyê.
Piştî ku şer bi dawî bûn hêzên YPG’ê û Asayîşê dest bi xebatên lêgerînê kir. Di xebatên hîna dewam dikin de, gelek cenazeyên çeteyan, çek û cebilxane hatin dîtin.
GIRÊ SPÎ