NAZIM DAŞTAN / MA/KOBANÊ

Îtîfaqên Serdestan ên li Sûriye û Libyayê li gorî eniyan tên guhertin. Her ku enî tê guhertin îtîfaqên wan jî tên guhertin. Hat îdîakirin ku Tirkiye 500 çete şandine Lîbyayê. Lê têkildarî vê yekê ti kesî dengê xwe dernexist…

Êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hêj didomin. Li Idlibê jî di nava Rûsya, Îran û Tirkiyeyê de krîz kûr dibe û didome. Li gorî peymana Astana diviya bû Tirkiye komên çekdar ji Idlibê derxistibûna. Lê ji ber ku Tirkiye erka xwe pêk neanî, Rejîma Sûriye li dijî Idlilê dest bi operasyonê kir. Komên çekdar Heyet Tehrir El Şam (HTŞ/El Nusra) ku Idlibê di kontrola xwe de digire, bêtir bi hêz bû. Niha jî Libya tev li vê pêvajoyê bû. Vê carê Rusya û Tirkiye li bazara Idlib û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Libya jî lê zêde kir.

Di vê pêvajoyê de ku Tirkiye û Rusya bazarê dikin hat diyar kirin ku Turkiye 500 çete ji Idlibê şandin Libyayê. Tê gotin, dewleta Tirk her çeteyekî 2 hezar dolarî didiyê. Ji bo kesên di şer de birîndar bûn jî 35 hezar dolar tazminat mîsoger kiriye.

Hat diyar kirin ku ji bo 500 kesên ewil şandin Libyayê ji bo her kesekî 300 dolar pere dane wan. Hat diyar kirin ku ev kes li Kendava Îskenderun a Hatayê şandin Lîbyayê.