NAZIM DAŞTAN / MA/IDLIB
Her diçe şerê li Idlibê yê di navbera rejîma Sûriyeyê û Heyet Tahrîr El Şam (HTŞ/El Nûsra) de ku Tirkiye piştgiriyê dide wan gur dibe. Niha piraniya şer li hêla bakurrojhilatê navçeya Seraqib û derdora wê gur bûye. Her wiha bi vê re tansiyona di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de jî bilind bûye. Her ku rejîma Sûriyeyê pêş ve diçe ligel Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî, DYA, NATO û hêzên Ewrûpayê jî liv û tevger zêde dibin.
Ev komên ku Tirkiyeyê di dema Efrînê de jî ew bi kar anîn, li ber çareserkirina krîza Sûriyeyê wekî astengiya herî mezin tên dîtin. Ji niha ve bûye cihê nîqaşê ku piştî Idlib ji dest van koman bê girtin wê ev komên selefî û paramîlîter bi ku ve biçin û wê aqûbeta wan çi be?
Hema bêje piraniya van komên selefî digihên El Qaîdeyê û di nav wan de ya herî xurt jî Heyet Tahrîr El Şam (HTŞ/El Nûsra) e. HTŞ, di bin banê Artêşa Sûriyeya Azad de daxilî nav şerê Sûriyeyê bûbû. Çendî ku çend caran nav guherandibe jî lê hem ji hêla Neteweyên Yekbûyî (NY) û hem jî ji hêla DYA’yê de daxilî nav lîsteya “rêxistinên terorî” hatiye kirin.
Ev çete wê li ku bimînin?
Li gorî texmînan, hejmara van hêzên selefî, radîqal û paramîlîter nêzî 100 hezarî ye. Ev komên ku berê ji Hama, Hûms, Dera, Kûneytra, Şam, Heleb û deverên din hatibûn derxistin niha piraniya wan li Idlibê ne û li dijî rejîma Sûrî şer dikin. Niha jî nayê zanîn ka gava ji Idlibê bên derxistin wê ev kom bi ku ve biçin an jî wê wan bibin kîjan deverê. Gava mirov malbatên wan jî hesab bike hejmara wan sedhezaran derbas dike û tê texmînkirin ku piştî Idlib ji dest wan bê girtin wê têkiliya wan î bi Tirkiyeyê re jî xirab bibe.
Heta hinek texmîn hene, dibêjin, piştî Idlibê, ji ber ku cihekî xwe lê bigirin namîne wê bi hêrseke mezin bi ser Tirkiyeyê de biçin.