Dominik Schreiber ji bo rojnameya Kurier dinivîse û balê dikişîne vîdeoyên propagandayê yên van çeteyên Erdogan ên li Ewrûpayê: “Di vîdeoya xwe ya propagandayê ya Tîrmehê weşandî de ew xwe weke ‘şervanên Xwedê’ û ‘çeteyên kuçeyan’ bi nav dikin.” 

Nûçe îşaret bi wê yekê dike ku ev çeteyên hanê, halê hazir li bajarê Elmanyayê Saarbruckenê şerekî xwînrij dewam dikin.


Gelekî bi pirsgirêk e

Herçî polîsên daîreya sûc ên Viyanayê ne, li gor nûçeyê, ew vê çeteya bi navê Osmanen weke “gelekî bi pirsgirêk“ dibînin û ji ber wê jî wan misêwa dişopînin û çavdêriya wann dikin. Lewma ji bilî çeteya bi navê Hells Angels, mumkin e ku bi koma pirraniya wê Bosnayî United Tribuns re li Viyanayê di navbera wan de şer biqewime. 

Nûçe balê dikşîne ser peywendiyên yekser ên Osmanen bi nijadperestên Tirk re jî û dibêje, beriya niha jî wan êriş biribû ser civaka Kurd li Viyanayê û bi Osmanen re tehlûke mezintir û darîçavtir dibe. Di vê çarçoveyê de ji bilî arîşeyên di navbera çeteyên ji miletên cihê, çawa ku li Elmanya di navbera Bahoz û Osmanen de heye, li Awusturya tirs heye ku ev çete yekser êrişî civaka kurd û saziyên wê bike.

Bi her halî di civîna Adara bihurî ya li Linzê de derket holê ku potensiyaleke mezin a tehlûkeyê ya vê komê heye, lewma 100 endam hingê tevlî vê civînê bûbûn ku pirraniya wan ji Viyayayê bûn. 


 VIYANA