Li Nisêbînê êrîşên dewleta Tirk dewam dikin. Hêzên rejîmê yên dor li taxa Abdulkadîrpaşayê girtine, bi tankan gelek mal xera kirin. Li navçeyê tevahiya şevê û doh şerekî dijwar qewimî. Çapameniya Tirk lê mikûr hat ku di şerê doh de 2 jê 'amîrên emniyetê', yek serdar (bînbaşi) û tîmekî taybet hatine kuştin. Her wiha hate ragihandin ku 8 çeteyên qesrê jî birîndar bûne.
Li gorî agahiyan, yên hatine kuştin di wê komê de ne ku hêzên dewletê yên li Nisêbînê bi rê ve dibir û gelek tîmên taybet ên li derdora vê komê jî hatine kuştin lê belê derbarê encamên şer de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Li Geverê 6 çete hatin kuştin
Li navçeya Colemêrgê Geverê ku li hemberî êrîşên tevkujiyê berxwedana gel ev 26 roj in didome, di şerê dijwar de yê di nava rojê de li taxên Cumhuriyet û Gungorê qewimî û di 2 teqînên mezin de hate diyar kirin ku gelek tîmên taybet hatine kuştin û birîndarkirin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên nexweşxaneyê hatin girtin, ambulansên ku çûne taxên berxwedanê cenazeyên 6 tîmên taybet û 5 tîmên taybet ên birîndar anîne Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.
Li Şirnexê nikarin têkevin taxan
Li hemberî êrîşên qirkirinê yên hikûmeta AKP’ê berxwedana Şirnexê di roja 26’emîn de jî bi awayekî biryardarî didome. Tankên ku li derdora bajêr hatin bicihkirin ji saetên şevê ve taxên berxwedanê bênavber topbaran dikin. Bi êrîşên topebaranê re şerekî dijwar li Taxa Yenîmahalle diqewime û hêzên dewleta Tirk her weha bi topan bênavber êrişî taxên Dîclê, Cumhûriyet, Îsmetpaşa, Bahçelîevler û Gazîpaşayê jî dikin.
Êrişên topbaranê yên pêr bi şev yên li hemberî Taxa Bahçelîevlerê dijwartir bûn û bi van êrişan re jî tîmên taybet hewl dan careke din têkevin taxan. Bi vê helwdana wan re şerekî dijwar qewimî û hêzên dewletê ji neçarî vekişiyan.
Hêzên dewletê yên di dema têketina taxan de rastî bersivdayîna hêzên YPS/YPS-JIN'ê hatin û vekişiyan, vê carê bi top û hawanan êrişî taxê kirin û di van êrişan de gelek avahî hatin rûxandin û agir bi wan ket.
Her wiha bi êrişên giran re li ser rêya bajêr jî bênavber sewqiyata leşkerî didome. Karwanê wesaîtan ê sewqiyatê ji aliyê Cizîrê ber bi bajêr ve pêk tê û ber bi Fermandariya Tumenê û dibistana li ser rêya Sêrtê ya wek baregeha tîmên taybet tê bikaranîn ve çû.
Esra ya 2 salî hat qetilkirin
Neviya Zulfiye Şalk a 70 salî ku di topbarana li hemberî taxên Zap û Barbarosê de hatibû qetilkirin Esra Şalk a 2 salî, piştî ku bi giranî birîndar bû ewilî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê û dûre sewqî Êlihê hat kirin. Tevî hemû hewldanên li nexweşxaneyê jî Esra ya 2 salî jiyana xwe ji dest da. Ji ber bomberdûmanê heta niha li navçeyê 8 kesan jiyana xwe ji dest da. Di nava kesên jiyana xwe ji dest dayî de pêr, kal û zarok jî hene.
NAVENDA NÛÇEYAN